dînname

From the Book:
Şefaq
By:
Cigerxwîn (1903-1984)
 4 minutes  697 views
miradê min twî herdem mirado!
di bîra min tuhatî eybira, do
li nik min pir şirîn û dost û yarî
tijî wek min perîşan û hejarî
licem simsim bi hev re rûdnişitin
xem û derd û kulên xwe me di kuştin
selavê min li te ey lêv ji hingiv
mehol û mêş li hawîr te bigiv, giv
selavê min tu xweş bighêne sinsim
tu ramîse muradê min guh û sim
selavên gulgulî vighêneşkiro
li simo û li îsa û li nesro
ji bo we ez gelek dost û hevalim
ji berderdê we her şev ah û nalim
çi tiştên win dibêjin zêr û gewher
nikarim wan bixiwênim ez ji ezber
eger hevdî bibênin, dibin dewlet
xwedî tac û sera û al û şewket
dipirsim ez li ewwalî emûsê
gelo karî xwedîkî xwe bi pûrsê?
silê çawa didî qehwa xwe ya tal?
şerîfo hê tena xwe ew diçî mal?
gelo hêjî eraqê xweş dinoşî,
guhanê dewlemnidan ew didoşî?
dijûnan pir dikî, serxiweş dibî ew
di kasa wî sipî bûye şeqlidew
gelo şikiro diran çêkirne, taxim
li ser soza xwe me heta ku saxim
xelosîtî xelas bûye ji qeyda
gelo çidkî digel masûmê seyda?
hevalo, hêj tu boyaxê dikî xweş?
xulamê wan diranên tey zer û beş
heval, bêxem tu raze, xem nebaşin
tu guh medê, metirse, emneşaşin
cihan şêrîne, kes nîneku navên
bi şadî wê divên, dijware bavên
hebûn, kevne,gelekşêrîne ev jîn
bi hevre dost û yarin wek mem û zîn
heçî pêdedrî, pêde dirî ew
ne nagona kese, ma kê kirî ew?
ji kes re nabî dost p hemdem û yar
tu pê bawer mebe heta bi êvar
birane tev: beg û paşa û parsek
çira ewxanedan û em bira seg?
ji me ew zanetir bûn, bûne camêr
wekî kizimk lijor man, em ketin jêr
eger destên xwe’em parsekbidin hev,
bi destê dijminê me nakevit rev
dibin em jî xwedî rûmet, xwedî nan
hewarame,xwedêye, çûye’ezman
bibin yek dest bi hev re parsek û dîn
emê zengîn bikin yekser dil û dîn
me dîn berda û dinya çû ji dest me
gelo wê’em nexwestin,ya nexwest me?
dema min xwest, li hawîrkirneqêrîn
nizanim kone ez dîn,ne ew dîn?
dinav bircabelek rûninb mîrî
çine’ev reng perîşanî, feqîrî?
hero em dîn,bi hevre hernebaxan
bikin nêçîr û ravan em li şaxan
nexweştir bû ji vê pars û boyaxê?
çiman destan dirêjkinpêşî axê?
mela û şêx û axa jî hevaln
hemî sîrkin di cejna kernevaln
gelek wekme hene lê em nasin
veşartîne, dibin şal û kirasin
hemî dîn û hejar û hov û ehmeq
wekî simsim çi simtûj û çi guhleq
selavê min li wan ke, tev hevaln
ji derdê vê cihanê emdinaln
ne’em tenha, hemî kes bêhiş û dîn
jiberwêye ku’ez bûme cigerxiwîn
çima ko’em niha haştî dixiwazin
ji memaldar û dilkurmî digazin
dixiwaznem timî jar û reben bin
cihê qerf û tinaz û kêf û ken bin
mebîne em dibin lingan geyane
hevalên mel ser şax û çyane
li hawîrxiwendevan û ristevanin
çi rêzanin,bi hertiştî dizanin
wekî me jar û har û germ û dînin
gelek jîrin, dizanin, dûrebînin
egerdestan bi dilpakî bidnihev
bi destidjimin qe namênî ji bil rev
çi bêjim, ko gelek maned xew da
ne dijmin bir welatê me,me’ewda
ku çîroka me pir dûr û dirêje
miradê min,ji dostan rebbêje:
hezar û nehsed û heftê û çare
cigerxiwînPen name hê liser wetim heware