çiraẍim zwîr

From the Book:
Dîwanî Bêsaranî
By:
Mustafa Besarani (1643-1702)
 1 minutes  571 views
çiraẍim zwîr ...
ce dûrî bałat, zamdarim, zwîr
her yend be xeyał mawerût be wîr
beterter nîhan, daxt medom gîr
megno we yadim gonay guł bêzit
dîdey bê mey mest, mujey hûn řêzit
řeftarî şêwey ama û lwayît
adab û destur, saḧêb wefayît
yek yek lêm byen be zamî xeter
nîhanan firen, yek ce yek beter
mer ewsa daxt ber kerûn ne dił
ko bo weserim kogay seng û gił