kurdekî koyî kewtewe yadim

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 2 minutes  1401 views
kurdekî koyî kewtewe yadim
pêm gut: aya çilone ustadim
wekû bîstî be mîslî hewrî behar
hate giryan û pêy gutim: ey yar
’alîmî çakman hemû fewtan
ehlî fetwa musafîrî mewtan
takey qur’an bixûndirê be seda
rezîye alleّhu ’enْhumْ ebdaArabic
ewî mawin le lêwî kendałn
cahîl û bê wiqûf û mindałn
nîye abin alasîrNamed-Entityê bête keman
berdî abin aliḧcirNamed-Entity bikate nîşan
pak be enwarî ’alîmin muḧtac
bê delîle emêstekê mînhac
kes nemawe be ẍeyrî kak eḧmedNamed-Entity
şeyxî me’rûf û ’alîmî erşed
çake êsta deka le bo kurdan
tercemey şer’ û ayetî qur’an
waqî’en xizmetî lebo xwaye
çi debû ger be kurdî nebwaye
her ke way gut weha mukedder bûm
wam dezanî ke wa le dîn derçûm
gutim: êstaş le ser kerî mawî
ça bû mistim neda lenêw çawî
kurdî axir biłê çîye ’eybî
her kelamî ḧeqe nîye ’eybî
lefzî kurdî biław nebû gird bû
wa le mabeynî êmeda tê çû
le fesaḧet biła mu’eřřa bê
çi qyamet! be ermenîş nabê?
be zubanî keç û xetî xwarî
be cerîde û kitêbî xełwarî
çûne řîzî mu’ezzematî mîlel
weqte xoyan ḧîsab biken be duwel
ya legeł farsî çi ferqî heye
bo çî ew řaste, bo çî em keçeye
ba wicûdî eger bikey dîqqet
tê degen kam le kamîye sîrqet
çunke ême qedîmtirîn le ewan
be tewarîxî cumley edyan
axir em ’eqłeyan hebû boyê
ger suleymanîye weya koyê
bûne ustadî farsî û tazî
ta geyştin be fexrekey řazî
çunke sermaye małî xełqî bû
weqtê mirdin hemû be hîç derçû
eme me’lûmî ’aqłe û mindał
nîye ’eybî munaqeşey emsal
wek mirîşkê ke ’eqłî neyhênê
bêt û hêlkey mirawî hełbênê
wek bigate kenarî cogeleyek
nayete şwênî, bimrê, cocełeyek
cêy eme wişke, cêy ewî awe
tê dega qîng diřanî pê mawe