bûkî dinya wek dełên wa bêḧeya û bêfeř nebû

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 1 minutes  895 views
bûkî dinya wek dełên wa bêḧeya û bêfeř nebû
hênde damenhełkiraw û ḧîz û małangeř nebû
řêy nîşanî ême da ew řoje adem derkira
boyekî em ’aleme bê şořş û bê şeř nebû
sofî bem řenge ke wa goştî birakanî dexwa
ḧîkmete řîşî wekû caran dirêj û piř nebû
nîsbetî ême û urûpa qetre û derya nîye
boç ulul’ezmêk be ’ezmî bî’setî pêy teř nebû??
kê geřî pê kirdibûy tûşî bełay xotim bikey
ew deme basî ’ezab û dozex û kewser nebû
ey mehî dû hefte ta şems û qemer toyan nedî
danegîrsan ew mîsalî agir, emyan giř nebû
bem hemû tecrîde wa ḧacîPen name diłî xoşî nedî
ta le etwar û qisey em dewre kwêr û keř nebû