dalî qedim ke elfî ’esay girt be destewe

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 1 minutes  1060 views
dalî qedim ke elfî ’esay girt be destewe
tîr û kemanî seydî cewanîm nebestewe!
ey peykî nałe bênî serî zulfî bêne çing
ger xakî pêy dełêy, hemû dem wa be destewe
gawî felek be barî ẍemî zig denête ’erz
min çûme jêrî bê gile bem cîsmî xestewe
bo qesrî wesfî ew mehe mî’marî fîkiretim
westawe kullî leḧze be xoy û kerestewe
qurban řeqîbî seg des û pêmî şikanduwe
çon bitgemê be pêy şel û destî şikestewe
ew newřesey îcareyî miskênekan deka
ḧeccace, gerçî seyîde bem xerc û hestewe
ta subḧî gerdenî le şewî zulfî hełneyê
ḧacîPen name mełê be talî’î nûstû: hełsitewe!