çîn çîn û tata girêy zulfî ḧerîrî bikewe
From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
1 minutes
678 views
çîn çîn û tata girêy zulfî ḧerîrî bikewe
dîn û diłan meske řyê mîsk û ’ebîrî bikewe
çend xoşe bose kirdin, pêkewe dest û gerdin
îdî hetakû mirdin be şehd û şîrî bikewe
hîlakî ẍemze û biroy, şad û şehîde bo xoy
ey diłî řenceřo boy, şîr û tîrî bikewe
ger wekû zulfî syay, ḧelqe bibestin sefay
bimre leber xakî pay, her be esîrî bikewe
le mêje bêḧasiłim, takey binałê diłim?
bulbulî xote gułim, carêkî bîrî bikewe
dił ke le to zîz buwe, xwên we serî kewtuwe
tîfle giřûy girtuwe, bew meme jîrî bikewe
çaw meste řû gułdeste zarî xot kirde piste
fermûy wefayîPen name heste bes be zwîrî bikewe!