le baẍan ah û nałîn dê, dełên şay nêw gułan řoyî

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 2 minutes  8905 views
le baẍan ah û nałîn dê, dełên şay nêw gułan řoyî
le meyxanan seday şîn dê ke wa pîrî muẍan řoyî
dełêy dewrî qemer, seyrî felek, mîzanî gořawe
ke wa guł zerd bû, sunbul têk çû, řengî erẍewan řoyî
leber çawî cîhanbînim cîhan tarîk bû nemzanî
ne nûrî çawekanim çû, ne xurşîdî cîhan řoyî
le dûrî toye sûr bû çawekem bew girye me’lûme
şefeq dê, kewkebîş hełdê, ke mîhrî xaweran řoyî
demêkî hat be çawî surmesa, ye’nî: wefadarim
ke cergî surmeyî kirdim be sîḧrî cadwan řoyî
seḧer mestane hat bulbul be şadî bo tewafî guł
ke dî baẍ bêgułe, daẍ bû, be sed ah û fuẍan řoyî
mełên: bulbul menałêne ke wa guł gułşenî çoł kird
dił aramî nema çi bika? ke aramî diłan řoyî
qyamet bo diłan hesta ke çawî mestî wergêřa
meger azurde bû saqî le bezmî meykeşan řoyî
çi şînêke? çi haware le nêw ḧełqey murîdanda?
meger xwacey semerqendî le nêw saḧêb diłan řoyî
çi afet kewte ber çawim ke wa çû nûrî bînayîm?
meger şahî buxarayî le qesrî ’arîfan řoyî
be nałey dił şîfam nayê dirêẍ bo merhemî cergim
le zengî karewan çibkem? delîlî karewan řoyî
xirabû xaneqa, bêşêx û şewqî talîban sed ḧeyf
çemen wêran bû, neẍmey bulbulan çû, baẍeban řoyî
be nałey bulbul û qumrî wefayîPen name boye her degrîm
gułêkî seru bałam bû be taracî xezan řoyî