leser çî lêm zîzî çi buwe çi qewmawe

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 2 minutes  962 views
leser çî lêm zîzî çi buwe? çi qewmawe?
demim le řûy to da, kabe neřûxawe
çi kêwî tûrêke çi şu’le nûrêke
diłim le tawî řûy to eger nesûtawe?!
çi berq û barane çi gułbeharane?
çawim leber xendet eger negryawe
ne zulfî cadûtim ne xałî lay řûtim
’ezîzekem bo çî eminit wela nawe?
çi bikem ke her negrîm le dest ew çaw kałe?
şehîd be hîç wextan xwênî newestawe!
leber henasey min zulfî le řû laçû
meger nesîm engût? beyanî berdawe?
be zarî xoy daxo pirsî le min axo
guł bû weha pişkût? şeker bû detwawe?!
be tarî zulfanit emin weha şêwawim
sebir û qerarî min řoyî negeřawe
leber şekerxendet awrim weha kewtê
soz û gudazî min ney bû neşêrawe
soraẍî dêwanan, çiraẍî perwanan
şeřabî meyxanan, xumarî ew çawe
eto û gułî bo xot kirdit be awêne
eto û demî fermût bew awe kûjawe
ey řojî şewgerdan, řûy to lenêw perdan
şîfay hemû derdan, be xendet hênawe
to û zulf û xałî xot, eto û cemałî xot
ke şew be tarîkî lew řoje gîrawe
bew ał û wałaye, bew bejin û bałaye
ke zatî esmaye, ke weḧdetî nawe
yexsîr û bendî tom, ledûy kemendî tom
be zulfekan carê bifermû bewlawe
fermût: debê bigrî, sebir û qerar negrî
emirit leser ’umirim, ḧukimit leser çawe
be tîrî ew şoxe çilon nenałênim?
birînî tîrawê be êş û zûxawe
feřzen emin şêt bûm řûm nebû nemzanî
hemîşe xo paşa řûy be geda dawe
be ẍemze kuştûmî, be şêwe girtûmî
deşłê: wefa megrî, şehîd neşorawe
demêke řencûrim, le yarî xom dûrim
şemał dexîlit bim, we’dey du’a û siławe
biřo be zarî min, biłê be yarî min:
dûr bê le ḧałî to, řoḧim be nêw mawe
eto ke řêzanî çoł û byabanî
destî min û damanit wefayîPen name damawe!