diłî piř êşî min boye weha xûnabî giryane

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 1 minutes  804 views
diłî piř êşî min boye weha xûnabî giryane
hemû sînem wekû nîşane cêga nêşî mujgane
be zarî pêm kut: axir burdebarî tabekey? fermûy:
desa dey bîkujin yaran, ke řojî berdebarane
bełagerdanî tom, ey min binazim xałî řuxsarit
xelîlî ateşî nemrûde, xettî sebzî řêḧane
ke to sułtanî ḧusnî bo le ḧezret ebrût řêt da
leber çawit ke hîndû małî ke’bey kirde meyxane
tebîbî mîhreban bêhûde takey diłnewazî min?
wekû bo xom dezanim heste - bîlla - řojî giryane
dełê ḧałit le seylî dîde, sozî dił çîye? qurban
le dûrî to biłêm çî? ḧałî min xinkan û sûtane
emin lew şare kujrawî xedengî nazenînêkim
feřengî tînete, kafir diłe, zahîr musułmane
be hîç wechêkî nawêrim ke nêzîkit bibim, qurban
bi’eyne her le min řûydawe ḧałî şem’ û perwane
dexîl ey meḧremî derdî wefayîPen name! xizme tedbîrê
ewa meḧbûbe çarey nayê xo kujranim asane