sergeşte û şêwawe wekû saye le dûte

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 1 minutes  752 views
sergeşte û şêwawe wekû saye le dûte
goya serî zulifit wekû min ’aşiqî řûte
zengî û feřengî sefî kêşawe be qetiłim
ẍemze û muje dên bo diłî dêwane be cûte
yaqûtî lebanit be kerem bêne tebessum
bo ten eweye quwet û bo dił ewe qûte
nûranîye ’alem ke le sayey serî zulifit
sayey serî to sayeyî mulk û melekûte
herçî heye cennet be guł û nafe nenazê!
’eksî řux û ’etrî şiken û tayekî mûte
ẍafił mebe bo řabîteyî gerden û çawî
mey bigre «wefayîPen name» ke eme cam û sebûte