bo çî hewday zulf û dił ḧakim le řûy canane bû

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 3 minutes  2655 views
bo çî hewday zulf û dił ḧakim le řûy canane bû
ew perêşanîye hemû teqsîr û sûçî şane bû
muddetêk bû nûrî çawim çû bû, řojim bibwe şew
řûy direxşanî leber zulfî perêşan wa nebû
zulfî lada her be ummêd bûm ke řoj awa bibê
małî min wêran bû ’umrî min çû, řoj awa nebû
qetre qetre xwênî çawim yek dem aramî nîye
řojêkî bo karwanî ’aşiqan awa nebû?
wek çira sûtam û řuḧmêkî be ḧałî min nekird
carêkî lutfê lelay ew yare bêperwa nebû
zulfî lada xałî řûy derkewt û hîç řûy pê nedam
şew çû estêrey beyan hat, řojî min peyda nebû
lewḧî meḧfûzim leber çawî be sed dił xwêndewe
ẍeyrî bîmarî nesîbî ’aşiqî şeyda nebû
besteyî zincîrî zulfî tom nîgahê! řeḧmetê!
ey tebîbî mîhreban! aman diłim dêwane bû
ya nexoşî çawî tom ya bêqerarî zulfî to
’aşiqî bêçare qet bêderd û waweyla nebû
wa be derdî çaw û daẍî zulfî to ḧałim nîye
wek nexoşêkî perêşan çî kutim hîç wa nebû
peřpeřî ewraqî dił piř xwênî wek guł kirduwe
defterêke piř le xwên her ew bû çî têda nebû
qet be çawî sûk temaşay řend û řûtêkî meke
ey besa awrî nîhanî muhlîkî sed xane bû
her demêkî mezherî dîdarî wadî eyminArabice
xo tecella munḧesîr bo sîneyî sîna nebû
baẍeban bo xoy ke hat arayşî gułzarî da
xarî miskîn to biłêy çi bika gułî ře’na nebû?!
ey firûẍî zułmet û nûr! to û çiraẍî dîn û dił!
řeḧmetê, webzane em wêrane her awa nebû
guł beba sunbûl be taracî xezan çû ’aqîbet
heç gułêk lafî le řeng û bot neda řîswa nebû
ger eto lutfêk bifermûy bêzubanî min bese
meylî to bû werne adem ’almî esma nebû
ta be ah û nałe negrît feyzî řeḧmet zeḧmete
bê nesîmî berq û baran coşşî derya nebû
şay gułan, sultanî xûban, ewşo hat damenkeşan
řoj û şew, xurşîd û zułmet, gencî nêw wêrane bû
bangî noşanoşî saqî, dengî mutrîb, sewtî tar
qûtî can, řoḧî řewan, aramî dił qet wanebû
dił be diłber, can be canan, şad û xuřřem kefzenan
wesłî bulbul, bezmî guł, şayî şem û perwane bû
xałî goşey çawekey fermûy, wefayîPen name pêt biłêm
«ta nebûme xadîmî meyxane karim ça nebû!»