ew çawaney wa xumarî nazin

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 2 minutes  3038 views
ew çawaney wa xumarî nazin
be îma îmanim lê dexwazin
hateder wek řoj şay şeker lêwan
ẍemzeke û řemzey turkî pêştazin
destî hênader pêy le sema da
çawmestî çawbestin ya sîḧirbazin?
zuhrey yeẍma kird muşterî kêşa
xirîngey xiřxał, cirîngey bazin
newbehar nobey şikofe û gułn
ya ẍunçey dugmey sînekey wazin?
be nesîm depşikût baẍçołey sêwan
ya be ahî min dugme detrazin
nazanim boç wa řoḧ û dił kewtûn
ẍerqî xwênawin cêy daẍ û gazin?!
ya kuştey ẍemzey ew dû çawanen
ya řencey pencey şehên û bazin?
sîřřî zarî to min be kes nałêm
řengî zerd eşkî ał, herdû ẍemmazin
ewaney ’aşiqin be çaw û zarit
ta ebed serxoş meḧremî řazin
mutrîban, muqrîban dem bedem goyan
bulbulan, qumrîyan neẍme perdazin
dił denałênê řoḧ le şîwenda
qudsyan însîyan çend xoş awazin?
dengî min, sewtî to, bo bezmî xusrew
çeng û ney, ’ûd û def, tar û şehnazin
emin û toyn bo řux û gencî penhanî
telîsim û tewq û gułbirîn û bazin
kemendî askan, hatuçoy bazan
hemû bo xatir çawekey bazin
qefesî bedenim teng û tarîke
bazî dił û murẍî can, her dû perwazin
wefayîPen name najî be tarî zulifit
serta pay azay marangazin