ta badî xezan daye guł û bergî řezanim

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 2 minutes  2029 views
ta badî xezan daye guł û bergî řezanim
sed cê wekû bulbul le ciger daẍî xezanim
wek bergî gułim dî ke be ba çû be esîrî
kiř kewtim û şêt bûm, ’ebesam, lał bû zubanim
qumrî were herta demrîn pêkewe bigrîn
to serwî řewanit çuwe min řoḧî řewanim
bulbul were ta řoḧî min û toye binałîn
to baẍî gułanit çû emin daẍî diłanim
ey me’denî şîr û şeker, ey gułber û diłber
ey taze gułî dare gułî baẍî cînanim
kes sîřřî dem û ’îşqî myanî nedezanî
eşkim buwe ẍemmazî hemû řazî nîhanim
to çunke le leyla gelê şîrîntirî boye
mecnûnî der û deştim û ferhadî zemanim
îşim hemû nałîne le êşî diłî řêşim
karim hemû giryane leber derdî giranim
bo gerdenî to bûme esîrî serî zulifit
min murẍî şebawêzim û ’aşiq be beyanim
can bexşe dełên maçî demit weqtî tebessum
takey bimirim mu’cîzey em sîřře nezanim!
cezbey nîgehit xoşîy nehêştim. be biroy to
qîblem çuwe ta mestî meyî pîrî muẍanim
fermûy: ke legeł hatim eto řoḧ bide, çawim!
sa saqî, deca camê ke herwa nîgeranim
çawit be nîgeh kirdin û zarit be tebessum
hatin be temay ẍaretî ’eqił û dił û canim
ew deste swarêke emîş taze beharê
ew řaw û şikarêke minîş kas û nezanim
kêw hate seda û nałe be hawarî wefayîPen name
carêkî le to karî nekird ah û fuẍanim!