lew řojewe dûr botewe sayet leserî min

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 1 minutes  1878 views
lew řojewe dûr botewe sayet leserî min
sûtawe letawit hemû can û cigerî min
cergim hemû let let bû be sêławî siruşkim
çi bikem ke be derya çuwe le’il û guherî min
deyfermû leser xakî derî xoy ke minî kuşt:
cennet bese bo xwênî şehîdî nezerî min
qed wa debê xakî derî to tacî serim bê?
ew dewłete bo min nîye, hey xak be serî min!
zulifit ke wekû şamî ẍerîbane lewêda
ḧałî çîye daxo diłekey derbederî min?!
wek bulbulî şeyda be hezar neẍme denałêm
carêkî gułim gwê bide nałey seḧerî min
dîm hate ’eyadet demî piř xende bû ye’nî
řoḧ û diłî bîmare deway gułşekerî min
bê nore diłim hênde leser yek meşkêne
řû wa bike şewqêkî bida ta fenerî min
zulifit sebebî cezbî diłim bû, be biroy to
kafir buwe bo qîbleyî min řahberî min
xoş bew deme saqî le derî meykede fermûy:
ew came le min bigre wefayîPen name beserî min