gułekem dełên ewa dê, hemû wextê çaweçawim

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 2 minutes  3649 views
gułekem dełên ewa dê, hemû wextê çaweçawim
ey xuda to biłey weha bê, bêtewe řûnakî çawim?!
sebebî zulfî şêwawe ḧusnî řû mededî pêdawe
min ke wa řojim bote şew ke be řojî řeş damawim
ta bizanin to gułzarî, řusteyî serî cobarî
be xende hatî bexêr bêy, qedemit ser herdû çawim
xwênî min be gerdinî zulifit be îşarey çawekanit
min eger şikawe piştim, min eger ciger biřawim
be serî xedengî nazit, cigerî biřîm çawî bazit
be umêdî nazêkî wîm, egîna emin nemawim
diłî xom awrî tê berda ta le tay zulfan řûy damê
şew heta negeřam be çirawe, şewçira nehate berçawim
etoy nûrî şewbêdaran, emin bo wek şem daysyêm
eto gułî şay gułzaran, emin bo ẍerqî xwênawim?
ke dełêy şeyday gêsûmî, çi dekey leserî sewdayîm?
ke dełêy perwaney řûmî, çi dekey le diłî sûtawim?
şew û řoj ke dełên dû banin, her yekin bo dûn yek banin
min le dû lawey biroy to, ḧeyranî dû zulfî xawim
ey şemał, ey şîfay nesaẍan, were to bê û xałî řûy yar
be guł û wenewşey baẍan, bigeyêne du’a û siławim
gileyî le çawî kałte ke mu’înî zulf û xałte
diłî piř le derd û daxim, serî piř telîsim û dawim
ne be wesłî to sirûrim, ne be dûrî to sebûrim
gêj û sergerdan û ḧeyran, herwekû masîy ser awim
be nîgay to û ’ereqî řût dił û dînim çû nazanim
ne xumarî şerabî saqîm, ne mestî ’etrî guławim?
ḧeqe ke wekû wefayîPen name şêt û şeyda û sewdayî
melekan xoyan nîşan dam, perîyan destyan lêdawim