erê xendey demit aramî dił, kanî ḧeyatî min

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 2 minutes  1660 views
erê xendey demit aramî dił, kanî ḧeyatî min
leserçî zîz debî? řoḧit dewê? hanê ḧeyatî min!
kutit: dêm û nehatye ser giriftarî serî zulifit
legeł bextî sya çibkem? dyare xo nehatî min!
min û sewday serî zulifit leser taqî birot?! ḧaşa!
’ezîzim ehlî qîblem! kafrî dûre le zatî min
be xendey zar û ’eksî zulf û řût xoş bû diłim, sedḧeyf
deqîqeşmarî xoşî çû şew û řojî se’atî min
lelayê řoḧ deba ’îşwet, lelayê dił deda xendet
’ezîzim her be dest xote ḧeyatî min mematî min
le dûrî to be defter nayê şerḧî maceray çawim
eger deryay e’zem bê hemû surxî dewatî min
desûtêm terzî perwane, denałênim wekû bulbul
seraser bote mîcmer, bote gułşem, şeş cîhatî min
çi xoş řûy dadehêna zulfî efşan kird be diłdarîm!
îlahî qet nekey řoj bê şewî qedir û beratî min
emin kewtûm leber giryan dełê: destî min û daman
seba ger bûye xwên damanî yar, bigrî le batî min
diłim cezbî nîgahit xistye zulfan, ey xuda řuḧmê
be bendî caduwan wa kewt ẍerîbî dûr wiłatî min
biła me’lûm bibê kujrawî kêm yaran wesîyet bê:
çiraẍî turbetim her desteguł bê paş wefatî min
emin çî û zuhdî sofyane! min û goşêkî meyxane
be qurbanî nîgahêkit hemû sewm û selatî min
be xende řûy le zulfan xiste řû fermûy: were ye’nî
wefayîPen name! şewçiraẍî pê dewê abî ḧeyatî min