...?

From the Book:
Zewî Sext û Asman Dûr
By:
Maruf Aghayi (1966-1998)
 2 minutes  933 views

- to biłêy hîç kes be qed ême diłxoş bê?

- na, hîç kes, hîç kes bełam...

- bełam çî?

- birya emnîş lew řoje řeşe derhatbam.

- na, qed basî şitî wa meke. ba her awa bî, ke hey. min qed bîr le çakbûnewey to nakemewe

- bo?

- detirsêm.

- leçî?

-le zor şit. nazanî çend sał bû le kesêk degeřam ke minî xoş boy.

- pêm wabû her min wam!

- toş wek min bûy?!

- heta maweyek pêş.

- dozîtewe!

- bełê.

- kêye?

- to.

- ax eger şey "to" ledem dernehatba, şêt debûm.

- min letewawî temenmida çaweřwan bûm, detirsam yek kesîş nebê bimdozêtewe.

- seyre minîş pêm wabû natwanim hîç kes bidozmewe.

- to hîç kest nedozîbowe?

- axir...

- axrî nawê, pêm xoş nîye lêmî bişaryewe.

- tenya yek kes, ewîş deyzanî ke min xoşim dewê, weser xoy nedehêna, tenanet nîgaşî lemin dedzîyewe.

- be kwê geyşit?

- řojêk le kołan tûşim bû, bê ewey çawim lê bika, besteyekî biçûkî wedestî dam, xenî bûm , kirdimewe, awêne bû, ax nazanî çend naxoş bû.

- bo naxoş?

- le awêne zîzim, awênekey ewîşim fiřêda, piř bû le bêzarî.

- bo?

- le awêneda cwan nîm, zor naḧezim deka, wek jinêkî giřwêm nîşan deda, temenim debate ser, demkate kiçêkî qeyre, her ئاۆێنە lemin ناەشێتەûە na.

- pêm seyre, dena emin hemîşe be awatim awêneyek bibînim.

- na... na ... qed ew awte mexwaze.

- bo?

- detirsêm.

- leçî?

- le zor şit.

- başe leçî?

- neka çawit çak bêtewe û toş awêneyekim pê bidey!