mał awa

From the Book:
Zewî Sext û Asman Dûr
By:
Maruf Aghayi (1966-1998)
 5 minutes  1908 views

=(1)

çend řoje ke dway tewawbûnî katî îdare, bem germay nîweřoye lêre dêyte xwarê û nizîk be se’atêk le dewrî em meydane xot dexafłênî. detewê ta key wa bikey? kwa ewe řêgayetî? bełkû małekey lêre gwêstibêtewe, bełkû leser sefer bê. her nebê biço ber sêbereke, sûtam ewnde leber em xoretawe legełit řawistam, lewêşewe serî kołanekeyan dyare.

metirsê, ew to nabînê. ax min debê nûserêkî çend kiłoł bim ke tûşî qaremanêkî wek to hatûm. to pêt waye ew kiłołî nîye ke min ta êsta tenanet yek qaremanîşim nebuwe, ke kok û poşte û têr û tesel bê. nûsere der û dirawsêkan, hemû qaremanekanyan le kabare û meyxane û park û gułzarekanda xerîkî keyf û nehengin, bełam emin řoj heta êwarê debê ya lejêr sêdare dertanbênim, ya le zîndan fikirî hełatnitan bo bikem, ya le nexoşxane bitanlawênmewe, ya eweta de řojan leber ew sûretawey be zigî birsî legełtan řawestim. çî? xetay mine? min êwem tûşî em çarenûse kirduwe?

heqte wam pê biłêy, eger nebwayem, êwe penatan bo kê debird! min řojê sedan kesî wek êwe debînim ke birsî bê pena be kołanekanda dexulênewe û xerîkin xoyan dexonewe. çî bikem? natwanim xomyan lê neban kem.

başe, ba lew qisane geřêyn, bo le cyatî ew çaweřwanîye, řastew řast naçî pêy biłêy pareket bidatewe?! xo dezanî kwêy bidozîyewe. şermê dekey? detewê katêk se’at sêy dway nîweřo deçêtewe małê, be şêweyek le dewrî meydan xotî nîşan bidey, ke ew pêy wabê beřêkewt tûşî hatûy, ca ewdem ew qerzekey webîr bêtewe û bitdatewe?! çend karêkî minałaneye, řenge êsta xwêner pêy wabê em pareye çende ke toy awa hełweda kirduwe. be kes nełêm? min zigim ’embarî kes nîye, deyłêm û çî dîkeşyan le çaweřwanîda nahêłmewe. hemûy çwarhizar timene kakî xwêner! eger to pêt wabû řûdawêkî çend mîlyon timenî dexwênyewe, her lêrewe le xot ḧałî be. دەتەûەێ lêy bipirsî ke bewende pareye deyewê çî bika? başe to pirsyarekey xot lebîr neçê, řenge be wiłamêk bigey.

be qisem bike, êwarê biço ber dergay małekey, emnîş legełit bêm? ca to çît le min dawe? ba emnîş le řûm hełneye to bo xot biço, dwayî ke hatyewe bom bigêřewe çît kirduwe. to nabê be awrî minewe bisûtêy, min her leseretawe mirdeloxe û şermêwin bûm, hêşta to le min baştirî, ḧewtûy pêşû twanît sê hezar timen qerz bikey,ba, ba, agam lêt bû ke çon leşerman areqit derdeda. le lay xêzanit basî ew qerzet her nekirduwe, hîç lebîrte ke debê beyanî parekey bideyewe. min bîdemewe? eger to netbê, min le kwêy bênim? to le her şwênêk pêt xoşe peyday bike, danewekey estoy min. her kes le fikirî xwêdaye, to detewê be her şêweyek bê, min qerzeket le cyatî bidemewe, nazanî ke eger emin her le xowe ewe bidemewe, hezar řexnem lêdegirin. dezanim to çareyekit nîye, bełam nabê çaweřwanîy karî awaşt le min hebê. ewe damna qerzekeştim dawe, edî pirte û bołey xêzanit çi lê dekey?! hawaryetî û dełê hîçman le małîda nîye ? başe megrî, giryan hîç derdêk derman naka, ha ew desreyem lê wergire û firmêskekanit pak kewe, min çî dîke diłim beredaye nada lelat bimênmewe. taze nîweřoyan legełit danabezim, toş were ba biřoyn. nayey? lêre demênyewe? başe. min qiseyekim nîye, lêre be, řoyştim mał’awa.

 

=(2)

 

to boçî xot lew penaye mat kirduwe, ta key detewey xotî lê bişaryewe. ew řojey minałeket nexoş bû, eger ew parekey nedabayey, beçî nusxeket dekřî? lebîrte katêk nusxepêçeke pêy kutî dekate çwar hezar wiçwarsed timen, çon lecêwe wîşk bûy. ta ew kate destî çepit be naylonî dermanekanewe û destî řastîşt lenêw gîrfantida xerîkî derhênanî pare bû. katêk ewet bîst, destî çepit şil bowe û nusxeket leser mîzeke dana. destekey dîkeşt be betałî derhêna. diłnya bûy ke le şeşsed timen zyatirit pê nîye. be damawî kewtye şeqam, pêwan û çawgêřan. bo çařeřeşî, em kesey leber ew sûretawey dewrî meydaneke řawestawe, tûşt bû. yektirtan baş denasî. řûdaweket bo gêřawe, destî bird bo baẍełî û be cwamîrîyekî piř le diřdongîyewe parekey bo jimardî. to hîç dezanî ew pareyey boçî pê bû? pêt nałêm, ba çî dîke birînit nekulêtewe. êsta herçî buwe tewaw bû, zûke biřo lay, xerîke lew germayeda depîşê. biřo her nebê, lew çaweřwanîye tałey derbixe. biłê nîme û herkatêk hembû detdemewe. çî diłêy? min bîdemewe? min eger pareyekim şik birdiba, qerzekey ewm pê dedawe. bełam to pêm biłê edî ew pareyey serî mang wertigrit, çit lêkird? beşî zorît da be kirêy mał? min kirê małeket bo kem kemewe? başe ewe min bo tom kem kirdewe, ey çi lew hezaran kese bê dahataney dîke bikem? megrî. giryan hîç derdêk derman naka. ha ew desreyem lê wergire. firmêskekanit pak kewe. eger naçî bolay keyfî xote. to her lêre demênyewe? başe. min qiseyekim nîye, lêre be, min řoyştim, mał’awa.