zemawend

From the Book:
Zewî Sext û Asman Dûr
By:
Maruf Aghayi (1966-1998)
 2 minutes  1280 views

zawa, taray le ser bûk hełgirt, bizeyek leser lêwî nîşt. denkêk şîrnîyan legeł yek gořîyewe. herçend yektiryan baş denasî, bełam şermyan dekird pêkewe qise biken. her dûbedû mabûnewe. le awênekeda çawyan le yektir dekird.

maweyek têpeřî. zawa tînûy nebû, bełam be dengêk ke dyar bû deyhewê lasayî pyawan bikatewe destûrî be bûk da lîwanêkî aw bo bênê. bûk îştyay le hênanî aw nebû, bełam le katêkda be bêwazî nîwe lîwanêkî aw bo zawa dêna, de diłî xoyda bîrî lewe dekirdewe ke çon ewîş fermanêk be zawa bida.

bûk ke hêşta lem fikireda bû be zaway kut ew awêneyey lêre hełgire ba neşkê. zawa wîstî be qisey bika, bełam wek ewey le nekaw we bîrî hatbêtewe ke pyaw nabê be qisey jin bika, destî kêşawe û kutî: boxot hełîgre.

bûk kutî: debê eto hełîgrî û zawa kutî: na.

qiseyan lêk çep hat. zawa destî de qijî bûk na û bûk gerûy zaway girt û bê ewey agayan lê bê, xoyan le awêneke da û şikandyan. bew denge we xo hatnewe, pêş ewey şeřekeyan quristir bê, bûk be zaway kut:

-heta daye û babe nehatûnewe, were ba kayeyekî dîke bikeyn. em kayeye hîç xoş nebû!