peyam

From the Book:
Zewî Sext û Asman Dûr
By:
Maruf Aghayi (1966-1998)
 11 minutes  2051 views
hewa nîye,
dwa henasey sûregułe.
baran nîye,
ewe firmêskî têkełî minałî serpiştî lank û
pîrî ser lêwarî goře.
befir nîye,
ewe bałî pepûleye hełdewerê.
terze nîye,
ewe serî sipîy kotre,
wiłatî leşî cêhêştuwe.
şî’ir nîye,
ewe řoḧ û ewe gyan û ewe keşî şa’îrêke,
tik tik, tik tik,
detwêtewe û hîç kesêk hestî pê naka.
***
lay mirov hîç,
lay bałindeş abřûman çû,
katêk ḧacîley mîwanî pena qełay hewlêrman kuşt.
lay zîndû hîç,
lay koçkirdûş abřûman çû,
katêk peykerî «ḧacî»man,
da ber gulle.
lay xełk hîç,
lelay xoşman abřûman çû,
katêk be destî xwênawî,
xoman pêşanî yekemîn awêne da.
lay emřo hîç,
lay sibeynêş abřûman çû,
katêk nîşanman da şehîd,
qedrî jyanî nezanî û,
xoy be kuşt da.
***
em asmane bo hênde bê bałindeye!?
neka fiřîn lem wiłate koçî kirdibê!
em baẍe bo hîç gułêkî lê napşikiwê!?
neka behar ew wiłatey cêhêştibê!
ewe çend sałe em şare lecêy baran,
xołî beserda barîwe,
ey em şare bo ewende tozawîye?
em şeqame çend lemêje birîndare,
em kołane çend lemêje gwêy bo sirtey
kuř û kîje diłdarekan hełnexsituwe,
ême bo hênde pêk namoyn?
eger řojêk aştî bê û bimanpişkinê biłêyn bo çî?
***
çawman piře le kelak û destiman piře le tawan û
diłman piře le kemîn û
gwêman piře le řemzî şeř,
her kes le derûnî xoyda řûxaw,
seyrtirîn kelawey ser em cîhaneyn.
ḧakmî yek dest û yek laq,
dujminî dest û qaçêkî dîkemanîn.
ême seyrtirîn ḧakim, seyrtirîn dujminî ser em dunyayeyn.
her kes le tabûte leşî xoyda nêjra û,
ême seyrtirîn mirdûy em cîhaneyn.
fîftî habîl, fîftî qabîl
 
ême dujmintirîn biray em dunyayeyn.
ême bêkes û bêpenayn,
taze badî xoş mirûrîş,
be şarezûrda řanabřê,
ta «nalî» xoy be qurbanî tozî pêy ka;
taze «şêx»yiş naçête nêw xewnî murîdekanyewe û
çapxanekey«pîremêrd»yiş leřûy naye
taqe yek wişe binûsê.
***
bimbûre emşew birînit dekulênmewe hełebce gyan!
erê zamî pênc hezar şehîdî yazdey azar
piř’êştir bû
ya yek kesî birakujî?
erê dûkełî kîmyawî hełmijîn naxoştir bû
ya heway êstay şarezûr?
hełwerînî hemû çiroy «baẍî mîr» û darhenarî
ew serdemî naxoştir bû
ya jakanî taqe yek gułî êstake?
 
min lemřowe gwê bo řadyokan hełnaxem
ba hewałî şeř nebîsim;
hîç řojnameyek wernagirim
ba basî şeř nexwênmewe;
çaw le telewîzîwin nakem
ba meydanî şeř nebînim;
min lemřowe
deřomewe bo çend sedey ber le êstam;
bo çî neřom?
herçî guł û pepûle û kîj û cwanîye
dunya birdî bo şî’rî xoy,
tenya xwên û şeř û merg û giryan mawe
bo şî’rî min
***
hewr hemû baranî asmanî hêna,
gułêk nebû pêşkeşî keyn;
taze çon hewr
baran bom wiłate dênê?
şine hemû bonî xoşî dunyay hêna,
pencerêkman nekirdewe tawêk tya biḧesêtewe;
taze çon şine bonî xoş
bo ême be dyarî dênê?
ême nebûyn lecêy genim, fîşekman çand?!
lecêy kêłan, topman lê da
becêgay aw, xwênman pê da?
êsta minałanî ême hîçyan nanî genim naxon,
debê hewîrî bařûtyan bo bişêlîn.
***
ême melîn:
be qefesewe hełdefřîn,
 
mirovîn û
be zencîrewe řê debřîn,
 
şa’îrîn û
be çekewe guł denûsîn.
şeř neyhêştuwe be lawî diłdarî bikeyn,
řenge le serdemî pîrî
le pîrêjnêkî cîranman, maçêkî ḧeram bifřênîn;
gulle neyhêştuwe çirîkey bulbulêkman gwê lê bibê,
řenge le agirbesêkda bo newarî dengî bulbulêk
gwê hełxeyn;
dûkeł neyhêştuwe guł bon keyn
řenge benaçarî, ’etir
beser gułe naylonîyekanda bipjênîn.
***
min řageyenrawêkim dî lêy nûsrabû:
ême komełêk řûnakbîr, biřyarman da ḧîzbêkî nwê damezrênîn,
bełam ta êsta nekirawe hîç řengê bidozînewe, ke pêş ême ḧîzbêk neykirdibête ała,
dawa le xełkî kurd dekeyn, eger kesê řengêkî tazey pê şik dê pêwendîman pêwe bigrê!
***
řeş řeş, řeş řeş,
ewe řengêkî lebîrçûy ałayekî hełnedrawe.
 
sûr sûr, sûr sûr,
ewe çomêkî nesrewtûy
le kêwî leş hełbiřawe.
***
min letenîşt golî wirmê
hest řadegirim,
lecyatî gwê
hemû carê ke gulleyek pêk wedenên, řadeçenim,
ke leşî yektirtan pêka
tirpe le gyanim hełdestê;
ke diłopêk xwênyan řija
«dił wexte bê be aw û be çawa bika ’ubûr.»
***
xwaye to le gişt şwênêk hey,
bimanbûre; ême mîwandarî çak nîyn.
firîştekan! bimanbûrin;
bimanbûrin minałanî nutfebestûy şewanî piř tirs û şehwet;
bimanbûrin minałanî le mindałdanî daykida
bawik kujraw;
bimanbûrin minałanî pakî emřo û
birakujanî sibeynê;
maçî emřo û tifî sibey;
bimanbûrin diłop diłop xwênî řijaw;
misqał misqał
goştî le êsqan cyawe bûy
leşî şehîdî nenasraw!
***
xo êwe dû werzî sał nîyn
ke zerd û sewz, hergîz be yektirî negen
řoj û şew nîyn
nûr û tarîkî netwanin pêk hełbiken
mar û ping nîyn
netwanin cîranî yek bin.
na bibûrin,
kurd û kurdin
ke natwanin, bebê mergî yektir bijîn!
*
her kêle û kêle û kêl deřwê - lecyatî guł -
min detirsêm ke gořistan
hemû xakman lê dagîr ka
her xwêne û xwêne û xwên deřjê – lecyatî aw -
min detirsêm xwên řûbarman lê dagîr ka
her řoḧe û řoḧe û řoḧ defřê - lecyatî mel -
min detirsêm ke bałî řoḧ
sêber leser jînman bika
***
em êware pepûle suleymaneyek deyxiwênd:
bo agadarî:
ḧacîleyekî nêw şarî hewlêr şehîd kirawe, kořêkî pirsey bo danrawe.
tikaye hemû melanî germên beşdarîy biken.
her meleş, agay le gyanî xoy bê. bulbul bê çirîke, kotir bê teqłe û kew bê qaspe bê.
şwên: hêlanekey ḧacîley şehîd
kat: dway xewtinî hemû xełkî şar.
***
ême hêndeman em xake azar dawe
taze xełkî wiłatî dîş werman nagirin
to kwênderêy?
kurdistanîm.
min le çawîda hest dekem
yekdabedû dengubasî řadyokanî bîr dêtewe,
ew debête karîleyekî ser zerd û
emin debme gurgî ser řeş;
xoy le nîgam dedzêtewe!
***
ême betemay jyan bûyn
gerçî tûşî mergêkî bespayî hatîn:
–ewendeş bextewer nebûyn
le kurte katêkda bimrîn.
 
min detirsêm řojêk pîremegrûnekan
sîrwan û tanceřo biken be dû bał û
wek sîmurẍ becêman bêłn;
ew dem ême bo penaga û bo eşkewt û
bo lêqewman řû le kwê keyn?
detirsêm řojêk daristan
pence de pencey hewrekan bihałênê û
êre çol ka;
ew dem debê,
bo mîwe û bo jwan û sêber
dił be çi şwênêk xoş bikeyn?
 
detirsêm řojêk xudawend
firîştekanî řabgiwêzê û ferman bida:
nabê hîçtan le medarî 36 derece nizîk bin
ew dem ême bebê xuda û bê firîşte
çon bwêrîn biçînewe ber awêne?
***
ha xało sipî poşekem!
to çit dewê
emşew le xewnekanî min?
 
siław řołe şa’îrekem,
–min ew kesem bo yekem car
wişey pêşmergem bo çekdar
pêşnyar kird.
hatûm, heta wişekem wernegirmewe
nařomewe.
ha dayke pirç kwêstanîyekem!
to bo awa ẍerîbane
le berdergay xewnekanî min wêstawî?
–min ew kesem ke yekem car, wişey şehîd
leser řołe kujrawekey min danra
hatûm hetakû em nawe
leser řołem nesřimewe, nařomewe.
ey êwe bo çî wêstawin hawřêyanim?!
–kořî zikirî derwêşane emşew, bełam
mang her tenya yek defeye û beşman naka.
hatûyn biçîne ser sîrwan
ta her derwêşey defî xoy lê werbigrê.
ey êwe bo kobûnewe minałekan?!
–emşew meylî pakbûnewey jêr baranman heye bełam
diłop diłopey barane teřman naka
hatûyn biçîne jêr tavge
gunahekan bişoynewe.
*
caranî zû
leser girdî mameyare darêk hebû
ke payîzan gełakanî hełdewerî,
pol pol çolekey lê deřwa;
leser kêwî pîremegrûn dundêk hebû
ke hawînan kiçî befrî, ředûy řûbarêk dekewt,
pol pol kewî leser denîşt;
le dawênî şinrwêşda şa’îrêk bû
ger minałêkî pêxwasî çaw pê kewtiba
şî’rêkî bo dekird be kewş;
ger daykêkî řołe kujrawî dîtba
şî’rêkî bo dekird be kuř;
ger wenewşe lejêr tûtřika xamoş ba
şî’rêkî bo dekird be deng;
bełam êsta le gişt şwênêk
her şîwene û her waweyla
minî şa’îr, yek şî’rîşim bo nanûsrê
dezanî bo?
«mezacî kurdewarîm têk çuwe, derwêş ’ebdułła»
 
ême lenêw tabłoyekî pîkaso’asada dejîn:
serman bote laqî kesêkî nenasraw,
her be şeq têman hełdeda.
destiman bote daredestî kesêkî tir,
her kotrêk be layda biřwa têy hełdeka;
dił bote zebtî casûsî,
her xeyałê be derûnmanda têperê
bo neyaranî bas deka.
ême lenêw tabłoyekî pîkaso’asada dejîn:
memkî daykan wişk buwe û
minał gwanî manga demjin.
sifrey małan betał buwe û
minał legeł bałindekan çîne deken;
şew beşî xewyan nakat û
bo xewî dûrî zistanî temrîn deken.
 
minałekan! ke beyanan le xew hestan,
hetaw bo nêw derûntan bangêştin biken
ke xewtan hat,
ser binêne ser kerwêşkey genmekan û
mang bênne nêw xewnekantan;
eger bo şwênêk řoyştin,
pê le řûbar qerz biken, deng le tavge,
řeng le behar.
 
eger le şwênêkda win bûn,
le pepûle pirsyar biken.
minałekan êwe her zû
řeng le ała wergirnewe û
bîdenewe be werzekan.
deng le tifeng wergirnewe û
bîdenewe bałindekan.
her lepêş çawî asman
hemû çetrekan bişkênin;
bełkû hewr aşt bêtewe û
tînwayetîman bişkênê.
her kesêktan çaw pê kewt
nîgayekî minałaney pê bibexşin,
xoy leber germ dabênê.
kołan be kołan řaken û
le dergay hemû małêk den
biłên fermûn:
wişey winbûy birayetîman dozîyewe
tikaye çak bîparêzin,
ba emcar lêtan win nebê!
be şeqamekanda řaken,
her kîjêktan çaw pê kewt
çepkêk gułî řengawřengî
le kirase řeng mirduwekey den.
minałekan! emşew bo êwe diłpirim.
***
na, namewê emşew bigrîm, bełam çibkem?
xo firmêsk pirsim pê naka!
namewê şî’ir binûsim,
wişe tegbîrim pê naka!
şî’ir bo hetaw denûsim,
sêber wiłam dedatewe,
şî’ir bo agir denûsim,
dûkeł wiłam dedatewe;
şî’ir bo baran denûsim,
tifeng wiłam dedatewe.
 
xo min nałêm, şî’ir dełê:
çekî nêw destî pêşmerge
êsta îtir tifeng nîye, babołeye
ger daynê le birsan demrê.
 
xo min nałîm, şî’ir dełê:
fîşekî nêw xeşabekey, fîşek nîye
-kakłegwêze-
fiřêy da, bê pêxor debê.
xo min tawanêkim nîye
şî’ir pirsyarim lê deka:
mał, zîndanî takekesî,
nîştiman, zîndanî giştî,
řojawa, tarawgeyekî hemîşeyî
eto kamyan hełdebjêrî?
 
ême gełayn
her be sewzî hełdewerîn;
minałîn û
her le lawîda pîr debîn.
 
caran xełkî wiłatêk bûm
paşan bûm be xełkî şarêk,
dwatir gundêk, paşan eşkewt
êsta xełkî qujbinêkim ke leşim bişarêtewe.
 
caran ’aşiqî fê’lêk bûm be naw «barîn»
katê dembîst betaw hełdehatme şeqam,
ya befir bû yanîş baran
bełam êsta ke barînim gwê lê debê
sam demgirê,
çunke nazanim gulleye ya topbaran!