seferî merg û jîn

From the Book:
Zewî Sext û Asman Dûr
By:
Maruf Aghayi (1966-1998)
 12 minutes  2448 views
barane û debarê, sertapay řoḧî min teř bûge û
le pełey hewrêkî çiř zyatir
hîçî tir şik nabem ke bîkem be çetir.
 
tofane û her tenya jêr bałî şepolêkî yaxî,
ziryane û serşanî qamçîyek,
giryane û her firmêsk
şik debem ke penay bo bibem.
 
em řêye hênde dûre, wek bałay baran bê
le zewî řaxrabê.
em řêye bestełek,
wek bałay terze bê.
em řêye bertesk,
wek pirdî birûske.
hengawim her eřon
wek awêk ke taze le destî bendawêk
řizgarî hatbê.
çiray çaw, geş daysê
wek taze çexmaxey lê dirabê.
debê tîj wek xewn, řê bibiřim
destanêk debînim xerîkin ke aso řagwêzin.
 
em řêga dirêje
tomare û
çîrokî şikanî leser sîng nûsrawe.
le řegî leş zyatir
çemî xwên be nêwya geřawe.
 
řêgaye û her řêga, her řêga
hełdêm û kerwêşkî bazrey hengawim
sêberî tifengî çend řawçî lesere:
–natwanin bitgirin, aw detka be aw û dar be dar
berd be berd
to hîy em xakeyt û
le tîrey berd û aw û xakît–
 
sermame û kiřêwe
le bejnim aławe.
birsîme û sehołî keşki’asa
bo twêşûy em řêyem danrawe.
bê penam,
her řinû menziłme.
tenyam û her temen hawřême.
 
em sîma manduwem le qabî awêney sehoła debînim.
be naçar carubar
pê leser serî xom dadenêm.
carcare wênekem deybestê û natwanim ke derîbhênim,
carubar sehołe deşkêt û
gincêkî tazetir, řêy pîrî
le deştî nêwçawan xoş deka.
 
berew xor řê debiřim, le serman kem mawe řeq hełêm.
wek kanîy wîşkikiraw
le ḧesret çend diłop awdame, pêy bigrîm!
em řûḧe tînuwem be řûbarî agir aw dedem.
her tenya pênûsî birûske detwanê
em mêjuwe piř hełsukewtane binûsê.
her hewr detwanê řaygiwêzê.
 
mêjûman şî’rêke: le hewweł bo axir, le axir bo hewweł,
xwêndinewey her yeke.
mêjûman destêke deyan car, le yek kun
mar pêyanwedawe.
řêbwarî nêw mijêkî xeste û
deyan car her dewrî xoy dawe.
 
herêmî merg û jîn depêwim
 
em diłe tenyayem pêm dełê:
çilon guł natwanê bon be «ba» nespêrê,
çon sinûr natwanê řêy xewn bibestê,
çon tavge natwanê dengî xoy bêdeng ka,
minîş qet natwanim
ke hengaw bem řêye nespêrim,
ke kêłgey arezûm be tîşkî xoretaw nedêrim.
 
terzeye û debarê, her denkey xencerêk
em řoḧe zamdarem decnêt.
ziryane û xermanî xoy be ser birînmida deka.
zîndûme û temtuman xełatim bo debřê.
 
hengawim be derya despêrim:
deryayek berhemî řûbarî tirawîlke.
çawekan be řengî xołemêş řadênim,
çûk deştî ser gona be firmêsk.
 
deřom û her deřom, debarê û debarê
 
nazanim em hewre le kêhe dapîrey cergisûtaw
em giryane fêr buwe?
em çemey sirûdî laylaye bo kenar dexwênê
laylayey daykaney bo xewî kam hetîw bîstuwe?
em dołey ke gerûy dekate şimşałî şwanî ba
«lawkî hełebceLocation»y
le dengî kam minał bîstuwe?
 
kołanim kołanî şewgare û tarîkîy şûreye.
gerûy şew, řwanînim qût deda
kend û qûłk: hengawim
nîştiman: endêşem.
ziryane û şêt buwe
daw be daw mûy sipîy em asmane pîre derdênê.
ziryane û tawanî ser zewî
le asman destênê.
 
řê dûr û mawe kem:
kat bote befrêkî ber hetaw
her lejêr sêberî bałama řaydegirim.
řê bote herêmî bestełek
her lejêr hetawî řuxsarma
giřî tê ber dedem.
 
deřom û depirsim:
řîşey aw heta kwê le naxî xakdaye
ke destî hîç şête şemałê natwanê le xakî hełbiřê?
aw çilon xoy kirde xwawendî nîştimanî hewr?
ey min çon detwanim bibme aw?
 
deřom û xeyałî dahatû hengawim xoş deka:
hetakû mu’cizet pê şik bê
qet meḧał natwanê be çoktida bênê.
hetakû somayek bo çawanit mabê,
tarîkîy natwanê herest pê bênê.
egerçî car care awazêk pêm dełê:
çon řêjney hawînan tînwêtîy xakuxoł naşkênê,
wek çon karg be taqe birûskêk
ser weder nahênê,
xo polûy diłî toş
her be nerme bayek geş nabê!
 
deřom û be ser temî zor xewnî sewza řê debiřim,
řeşeba, pênûsî gerdelûl
leser řûy mêjûda taw deda.
karesat be esrîn,
tesbêḧî pejare
bo zikirî dapîrey mêjûman
saz deka.
deřom û debînim:
birûske û
darî hewr
tekandin.
terzeye û:
berî dar
werandan.
 
deřom û debîsim:
em şwêne, mełbendî gumane
 
le yeqîn degeřêy
meydanit gyandane
le herman degeřêy!
çemît û detewê deryakan be dwata řê bibiřn.
 
deřom û şeřabî řabirdû
êstake denoşim,
bo mestîy dahatû.
çawekan beş dekem:
çawêk bo řabirdû
çawêk bo êstam û
mexabin, ey kwanê
çawêk bo dahatû?
 
deřom û diłnyam çîrokî diłdarî
qet dwayî pê naye:
řêbwarim,
diłdarim řêgaye.
řêbwarim,
hawdengim, goranî:
germaye bo leşim
 
haware bo gerû
řêga bo hengawim,
goranî.
 
deřom û depirsim çi sexte be pirdî sehołînî şewda têpeřîn.
çi sexte bê çira řê biřîn!
leş mandû
endêşem berzefiř.
wek «tîrî tarîkî»
nadyare çarenûs.
 
paş hemû hengawêk
tabûtî befrêkî xoł’asa debînim
hengawî pêştirim denêjê.
mijêkî samnakîş be serma tepîwe,
tawêrî sehołîn le çyay befrewe dêne xwar.
pencerey biçûkî nêw gerûm
berew řûy em koçe dexeme ser pişt û
hengawim be germay beyt û baw, lawik û ḧeyranan
despêrim:
 
«biłên be serî sefînê
degeł min gelêk yar bê
serî xom bo newî ka,
kelênî derbendê
le minřa dyar bê»
 
deřom û dexwênim:
«azîz, erê azîz le min azîz xanê
emin awrêkim berbote derûnê
ewî dîkem berboye derûnxanê
ne be baye dekujêtewe
ne be baranê,
ne be pêmeřey
ne be gił wêhełdanê,
ne be befrê, ne be kiřêwey de cistanê,
xo ne be ẍemî de nîweşewanê,
ne be firmêskî de giryanê»
 
deřom û her degrîm.
her asman û befre
çawim û
barane.
barane û debarê, sertapay řoḧî min teř bûge û
le pełey hewrêkî çiř zyatir
hîçî tir şik nabem
ke bîkem be çetir.
 
deřom û deřwanim: her be qed tabûtêk bo dîtin řê heye,
lenêwan asman û zewîda
her be qed berzayîy tabûtêk mewdaye,
řo deçim, her be qed tabûtêk ta naştin,
deřom û çend hezar tabûtêk
hetakû kotayîy řê mawe.
deřwanme şwênî pêm
zortir wek: çaweřêy hatnewey kesêk bê,
nek hatin!
 
desbeserkirdinim her tenya xewnêke:
hewrî řoḧ
gişt řojê be destî werdyan
zîndanî dekirêt û
paş tawêk çwarçêwe cê dêłê.
fiřînim ’îşqêke:
hewrî řoḧ
gişt řojê, henasey azadî
le jûrî zîndana hełnemjê, nasrewê.
 
diłopî nêwçemim,
řoj nîye be ser çend hełdêra neřûxêm,
şew nîye xew lenêw wexeberbûnmida nenêjim.
 
le dałanî bêdengî şewda
şêtokey şî’irim û wiřêne hawdemme.
 
çend sede pişt serim:
şoqêkî řabirdû
çend hengaw pêş serim:
sêberim xoy be gij metirsîda deka
her ewe pêşmergem.
lem nawe her minim û derûnim:
nemzanî kołanî derûnim
dûrtirîn kołanî cîhane û le nawya win debim.
nemzanî zeman, wek zemanî ser perdey sînema tund deřwa.
 
zistane û beharî debînim!
sehoł: dar, qendîl: lik, terze: ber,
min peykî newbûkî pêkenîn bo zaway giryanim.
namewê gişt xewne tałekan, dûpatî dwênê bin
gişt xewne xoşekan xeyałî sibeynê.
dezanim asman sinûre bo fiřîn, kenarîş bo mele
ne mele, ne fiřîn, be ser xak, em xake pakeda řê biřîn,
deřom û demhewê be naxî řûdawda řeha bim:
wek baran lenêwan asman û zewîda
deřom û demhewê ke lenêw qamûsî mêjûda
heres û xyanet
bideme destî ba
 
deřom û bang dekem:
min hemû temenî xewtinim defroşim
be satêk bêdarî,
be xeyał çend zarî aweła debînim.
le dûrřa biłîndigoy hawar û
le nizîk
eşkewtî bawêşkin.
qyamet le diłma řabuwe:
řeşeba, dû bałî pepûle debřêt û
hełfiřîn: efsane.
řeşeba hengawî řêbwaran dedzêt û
řoyştin: efsane.
qyamet le diłma řabuwe
le cergey wiłatî giryana
firmêskim
lenêw xełk tenyam û
be tenyaş xełkêkim.
zeman wek gořkenêk
katekan denêjê
çolekey befir dê û le tirsî başûy ba
xoy lenêw baweşmida deka.
be xeyał hełdefiřim:
le çînda dû destim le kursîy debestin
dway tîrêk le pişt ser
herwekû peykerey paşay dway desełat
be ’erdemda deden
le wiłatî ’ereban
tîjayîy şimşîrêk, nermayîy gerdinim şeq deka û
giřganêk le xwênî çyay leş
le serî bê seruşwênî min degeřê;
feřanse û gyotîn,
goy serim û
pêy hemûy ewaney
topî pêy pê deken;
řojawa û bêdengîy yekcarî
leser řûy kursîley kareba,
wiłatanî hawsê û azadî:
lenêwan sêdare û tîrbaran.
be xeyał, sersûřmaw dêmewe:
ew hemû şêweye bo mergî min heye û
her tenya yek şêwe bo jînim?
 
serdemî minałî! to le kwêy:
kêleşîn:
ciluberg, le befir
piştêndî, le mij û
camaney le hewr
êsta ke gewrem û
kêleşîn:
bê befir û bê mij û bê hewr!
 
deřom û le deryay befirda
masîyekim bêqerar
bełam nek wek masî,
her tawêk
řûy hengaw le layek.
hest dekem mijêkî nadyar
be ser řûy sawtirîn katekan kêşrawe
deřom û le kilwe befrekan deřwanim, aşnan;
firmêskî serispîy řabirdûn;
delerzim, be polûy ew yade germaney
le kwanûy mêşkima řamgirtûn;
leş germ dadênim,
depirsim ey daye to le kwêy
zilleyek lew korpe lasarey xot bidey
ke lenêw kołanî zistana
win buwe û
hewrekan dekate nîşane?!
 
befrekan!
xo hařey maşînî nêw şeqam
neyhêła le řaztan ḧałî bim;
dundekan!
xo dûkeł neyhêła
baskî çaw le bałay beriztan bałênim;
řêgakan!
xo dîwar neyhêła xom hełtanbijêrim.
 
êstake dezanim
çend tałe temenêk têfkirîn
le yek kat biřyardan
çend tałe temenêk biřyardan
bê yek kat têfkirîn;
kun be kun le mergî hełatû le tirsî bêbakîm degeřêm
be piřtaw be pişt ser gulleyekda deřom
ke gyanî engawtûm,
mirdinî ew şwêney ke hîç kes lewêda nejyawe
çi xoşe!
jyanî ew şwêney ke hîç kes lewêda nemirduwe
çi şîrîn!
çi seyre lem şwêne
seferî merg û jîn!
 
nazanim ke çałî tenyayî çend qûłe
bełam ta zêdetir řodeçim
hełçûnim zyatre,
xwaye to tenyakey asman û
min tenyay ser zewî,
le kwêda bitbînim?
 
diłim bo xewnekan desûtê:
xewnekan deryan û
hîç kesêk têyanda naxnikê;
xakin û
hîç kesêk pêy dagîr nakirên;
hewrin û
natwanin le hîç kwê bisrewn;
řêgan û
bê hengaw depêwrên.
bełam min dahatû debînim
ke mirov be xatrî xewnekan
dadgayîy dekirêt û
natwanê ḧaşayan lê bikat;
dahatû debînim:
xewnekan wek şahîd
dêne nêw dadgakan;
guł wekû daynasor
debête efsane û
azadî
dexzête nêw zîndan.
demhewê
řêgeyek taqî kemewe
ne hîç kes lem lawe pałim da
ne hîç kes lew serî bangim ka.
degeřêm
ta temen êznim da
le şitêkî winbû na:
lew şitey ke debê keşfî kem
bo twêşûy em řêye
ya debê le destî çarenûs hełêm û
ya debê çarenûs
le dundî beriztirîn kêwewe
wek tavge hełdêrim.
dezanim,
řoyştin, taqane yarêke
detwanê le ẍurbet derimxa;
dezanim;
ta lenêw řûdaw bim
dûkełî agirekey
nahêłê bîbînim;
deřom û le wiłam degeřêm,
eweye felsefey ewaney
pirêskey endîşem degeřên!
demewê tazetir biřwanim
eweye felsifey ewaney xerîkin kwêrim ken!
bełam ey řêgay pîr
nahêłim minî genc
bikeyte gałtey xot;
dezanim tabûtêk be serta derbaz bê
sed tabût
sîberit lê deken;
dezanim yekem car
to be pêy pepûle lê dirawî,
řêbwarêk her tenya:
espî ba û bonî guł.
bełam min
hełweday ’îşqêkim
ke mêjû netwanê bîswênê
wek ’îşqî nêwan zewî û taw;
şêtî ew awênem netwanê nîşan da
zortir wek hîtlêrî deçim ta mandêlla
deřom û dezanim
awirdû bo germa
şem leber řûnakî û
emnîş bo «newestan»
desûtêyn.
deřom û dezanim, le aso
em řêye lem zewîye le çere hełdebřê û
detwanim le asman
baran û befir û nûr dabeş kem;
detwanim le asman
baran û befir û nûr dabeş kem.
 
bełam řê, řêgay pîr
car care detirsêm
ke zewî, paş ’umrêk hełsûřan
gêj bibê û bikewê
detirsêm le řojî cêjnêkda
endîşe qurbanî biken û
her beşey beřê ken bo şwênêk,
detirsêm
le ḧîley ew espey pêm dełê:
bûlerze le řêye.
detirsêm le çirkey se’atêk ke dełê:
sê mîley nêw sefḧem
be wêney sêdare dewestin
detirsêm lew çawey pêm dełê:
řwanînim debête amrazî casûsî.
detirsêm naçar bim (bo tawêk)
le şwên û le zeman hełbiřêm
ta bełkû bizanim kême! kêm?
 
řêgay pîr!
to biłêy feware
her heta beriztirîn şwênêkî bitwanê hełkişê
cwan bêt û
henase,
her heta ew katey bitwanê
le fezay azada bîkêşê.