dû deng

From the Book:
Řengaɫe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 3 minutes  894 views
1-firîştey dengî sipî
bîłê û ba řuxsarî giřey hatûm be ser
em jîlemoy sefereda
bixeme ber
ew piřûşe û kizebayey
ke le kwêstanî dengitewe
wird
wird
wird
wird
dêne xwarê.
bîłê û ba gwêm piř be bîstin
bonî ew baxane bikat
ke le tavgey gerûtewe
awaz piřjênî min eken.
bîłê û ba tawłî tasem lem koçeda
leber karêzî fênkî dengita bixem.
mandûm ey dengî sipî firîştey
le lay befrî kawanewe hatû
mandûm, mandûm
tuxwa eger leser destî xorinşînî axekanit
hełminegrî!
tuxwa eger le kejawey pêłûy hewrî nîgakanta
hełminegrî!
mandûm, mandûm, ezanî çon?
mandûm wek henasey swarî ew çiłaney
ke «ba» le kenarî çemda
seryan eka be naw awda û
deryandênê û dîsanewe
eyankatewe be awda!
mandûm , wek ew şeqamaney
ke řêbwarî
sware û pyadeyan leser nařewêtewe.
ey firîştey dengî sipî!
leser bałî awrîşmînî,
leser bałî henaseket
hełmi’egrî?
ewa îste, xom ebînim le dûrtirîn estêreda
ecrîwênim!
le dûrtirîn estêreda gułî naw xew ekemewe û
eydem le qijî leylakem
xom ebînim hêwaş hêwaş leser şanoy
sipî û berzî hewrî xeyał
sema legeł gyanta ekem.
«bayron! tenyam û tenyayî her geřîdey
naw sirûşte û, penaberî daristane kipekane.
puşkîn! tenyam û tenyayîy toş hatuwe û
îste becût leser dirextî giryanî
min exwênin»
ey firîştey dengî sipî!
bîłê û ba řuxsarî giřey hatûm be ser
em jîlemoy sefereda bixeme ber
ew piřûşe û kizebayey
ke le kwêstanî dengitewe
wird
wird
wird
wird
dêne xwarê û înca minîş legełyanda
etwê
mewe
et
û
ê
m
e
û
e.
 
2- kuřjinî espî birûske
nêruda way be şîllî wit:
leber ewey
cêjwanî diłdarîm û sêberî bin
ew serwaney ke serit tya enêmewe,
leber ewey
to řinûy qijî tarîkî û
liqî destî lawaz û lerzokî daykimî û
leber ewey
to çolekey bałkirawî
santyagoyt û nafřî!
leber ewey lenaw nîgay
kitêbî mandûy hejar û birsîyekanda
to firmêskêkî qedeẍe û derkirawî!
nîştimanim!
boye katê bangim ekey
ebim be espî birûske û le tarîkîta taw edem
boye katê bangim ekey
ebim be nan
be aw
ebim be bał û be hetaw
nîştimanim!