şeqam

From the Book:
Řengaɫe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  1536 views
bîrim naçê ew şeqamey
êwareyek bangî kirdîn
daway pyasey çend se’atêkî lê kirdîn
bîrim naçê
lew serewe
ke tenya xom geřamewe
serincim da: şeqam bûbû be herdûkman.
leşwên çirpet
çiro serî der’ehêna.
leşwên tasem
şewqî giłop
řêjney qijî baranêkî
zor leserxo da’ehêna.
lew cêyeda
ke pêkenît
ziney awazêkî řûnak
heł’equła!
lew cêyeşda
destim girtî
bînîm lawlawê be bałay fwareyekda
heł’ezna!
lew cêyeşda
lew cêyeşda
maçim kirdî
bînîm herçî dem û lêwî
diłdarane bûnete heng
bo mijînî ew «şane»yey
ke maçekey min û toy kird
be hengiwînî em cîhane!
bîrim naçê ew şeqamey
êwareyek bangî kirdîn
daway pyasey
çend se’atêkî lê kirdîn
bîrim naçê
çon bîrim çê?!