kałê

From the Book:
Řengaɫe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  1032 views
le bîrme zor car ke befir
wek mîwanî direngiwext
ehat û sûk
eyda le şûşey
pencerey şî’rekanim
bangî ekird:
«bîkerewe !
le dûrřa hatûm û dyarîm
berçine wişey newazey
řezêkin qet
denûkî kew lêy nedawin!»
le bîrme ke berçinekem wer’egirt û
emxiste ser řefey çawim
ewîş eyut:
«emênmewe leber demta řa’ewestim
heta nîgam exeme naw nîgatewe»
- ey kałê gyan!
hergîz le befrî mîwanîy
direngiwextî nazdarî to
min têr nabim!
ey kałê gyan!
were û legeł
destî xota befir bêne
min ḧez ekem ger twaşmewe
legeł befra bitwêmewe
ey kałê gyan!