’aşiqî perwane asa sa le kwê hewłî sere

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 2 minutes  755 views
’aşiqî perwane asa, sa le kwê hewłî sere
bendî dem şem wek kemendî gerdinî bay seřseře
řû le çawanî semenderdê be tîşkî şołe key
were seyr perwanekey min, hewłî bo bał û peře
řoḧ ke laşey tê şikabê çî delerzê û dadeçê
piste çunke dête der lew pêste cêgey şekkere
her kesê wek kakłemêşan dawî qinyatî netend
bê guman wek mêş le ḧîrsa daymen dest ew sere
bo teme’ qet řûmetî wek mangî xoy naka be sac
ew kesey wa ehlî ’îlim û feził û bîr û baweře
qet mełê gułzarî dinya ’etrî gyanefzay heye
’etrî têdaye bełam encamî her derdîsere
ger le ’îlma behremendî xot ebê bîbeyte kar
neybeye kar bê guman ’îlimit dirextî bê bere
ew direxte ya xwa ser sewz û paraw bê ke wa
hełmetê bo řêbwarî mandû xawen sêbere
çak le jêr hewra bebê perde, debînî řûy hetaw
bê nîqabî bo cemînî wek ḧîcabêkî tire
her bizey şadî leser lêwî demênêt û deçê
her kesê wek sikke piştî bê nyazî ew zeře
gerçî şî’re cwanekanî ew cîhanî kirduwe piř
wek biłêy em parçeyet tahîrPen name le giştyan çatre