biłên pêm ey řefêqan sînekey piř xarî min çone

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 2 minutes  745 views
biłên pêm ey řefêqan sînekey piř xarî min çone
le xwênî dił tikey firmêskî wek gułzarî min çone
netîcey sałeha nałe û feẍan û zayełem çî bû
nîşaney sebrî bêber, dostî bê îqrarî min çone
le nexłî arezûm ḧasił wekû xurmayî bûcehle
emin gencim le des çû, îşî gestey marî min çone
lejêr barî ẍema xem bûm, le diłşadî jyan meḧrûm
lepê kewtim xudaya řeḧmekey serdarî min çone
kucarî dûkeławî, cê hewarî xêłî ẍembarim
biłên êwe bin û yezdan gewherî şehwarî min çone
emin qaje řeşey ser berdî tarîkeşewî hîcirim
biłên tawwisekey sermestî xoş řeftarî min çone
şewî hîcrane, katî bezlî řoḧ û hestî û gyane
fełek tîrit le dił çê sa biłê yarẍarî min çone
le bezmî mîḧneta zehrawe bê ew saẍerî ’eyşim
derîẍa dîdemestî xwênxorî xemmarî min çone
hesêrey ewcî sêhem, se’dî ’uzma, kanî diłşadî
direxşan nûrbexşan hoy hera û hawarî min çone
şekerleb, zehirhîcran řenc û řaḧet meynet û xoşî
nîşaney wesił û fîrqet diłber û diłdarî min çone
legeł azarî ’umrêke ke min hawmil kiram tahîrPen name
derîẍ nemzanî ew yare legeł eẍyarî min çone