le kwê bênim dił û hîwa û nyazê

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 1 minutes  624 views
le kwê bênim dił û hîwa û nyazê
le kwê bênim řefêqê diłnewazê
emin bêçare û meḧrûm û me’yos
derêẍa kwa kerîmê, çaresazê
derûnim piř le zûxawî cefaye
esef bo meḧremê bo ehlî řazê
wekû ferhadî bêbeş tałe kamim
le hîcranî butî şîrîn terazê
serumałim le pêy dana be şořî
dił û dînim le des derçû be nazê
le sed perdey ḧeqayq têpeřîwim
negeyme îbtîday ’îşqî mecazê
witim xeymey celalim pê nîşan den
ełên merdane zû bêne cewazê
minî nalayeq û bê ta’et û dîn
emin awarey dił lanewazê
nîye hîç melceyêkî dîn û dunyam
meger sayey dû bałî şahbazê
muẍîsî ehlî ’alem ẍewsî e’zem
penay her ẍemzede û saḧîb nyazê
be meḧmûdî şehî mułkî wîlayet
hemû şahanî dîn bo ew eyazê
le napakî mebe tahîrPen name perêşan
biłê ya feyzî řoḧî pakbazê