umêdî dîn û dunyamî demê lutif û xîtabê zû

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 1 minutes  649 views
umêdî dîn û dunyamî demê lutif û xîtabê zû
derî feyzim le řû besrawe carê fetḧî babê zû
şewm tarîk û xwênîn dił hesêrey bextekem penhan
desa subḧî sefa derxe be xende le’lî nabê zû
le nîsbet xarcim řeḧmê le řeḧmet bê berîm lutfê
le zîllî fîrqetim lade be ’îzzî întisabê zû
şewî zulfeynî ...Missing řûy řojî bextî kirdûm řûnak
şewt waye, çilone ger hełênî aftabê zû?
le neş’ey nêşî hatuçoy birjangit ’aydim noşe
çi bê mayem? le lefizit ger emin bibyem ’îtabê zû
legeł tûlî emel destim le çakî wesłî kotaye
seba! damawî hîcranim de ’etrî zułfî ba bê zû
piřûza kiştî umêdim be tawî wişkesałî ẍem
dexîle asmanî mekiremet tawî seḧabê zû
eto şehbazî ewcî ’îziz û mecd û feził û ’îrfanî
derêne kotrekey qelbim lejêr çingî ’uqabê zû
geday dermałî ew şahenşehem tahîrPen name be miskînî
su’alêkim heye yařeb le ew bibyem cwabê zû