be şaxî daxewe tenya wekû qotir medarê min

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 1 minutes  777 views
be şaxî daxewe tenya, wekû qotir medarê min
hezarsał řabward û bê kişey bazî şikarê min
le bin meř namuradî zerd û sîs û wişk û çewsawe
gułî awat û ’ezret bê hetaw û bay beharê min
le hajey qełbez û sirwe, le xişpey serçił û sêber
terîk û hawşerîkî eşk û ah û lêwbebarê min
çi deştêke kewa ḧolî byabanî lenêw aske
çi aw, her cogeym bo pêy emel lê bû be marê min
heta kuncî ẍemit cêm bû, diłim cêy gencî şadî bû
le koşkî ’îzzeta ax serkiz û bê î’tibarê min
be bazařî ewînda wêłekey bê dax û sewda xom
le des çû, zêř û zîwî řeng û firmêsk becarê min
ewa diłber ełên dîsan cîhan dênête feř tahîrPen name
dił û gyan carî pêşû çû, de çibkem bo nîsarê min