ey wicûdî piř le cûdit quwetî şer’î metîn

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 2 minutes  785 views
ey wicûdî piř le cûdit quwetî şer’î metîn
ey cemałî bakemałit şewketî dînî mubîn
ferdî efxem kanî ’îrfan maḧîy kufir û bide’
ẍewsî e’zem, ’ebdî qadir, muḧeyî esrarî dîn
boç wekû ’îsa be dem zîndû ekey ’ezmî řemîm
ey be dem tîrawî çeşmey noşî fexrî murselîn
boç ḧeyatî me’newît baqî nebê ta řojî ḧeşir
ey le lêwî mustefa cur’ey xorî ma’î me’în
boç hetawî mecd û ’îzzet ta ebed talî’ nebê
ey derûnit mehbetî enwarî rib al’almînArabic
cilweyêkî to û futûḧî babî sîney ’alemê
yek nîgahî to û sirûrî yek cîhan qelbî ḧezîn
qetreyî feyzit hezaran beḧrî fewz û me’rîfet
řeşḧeyî řeḧimit hezaran tawî emtarî yeqîn
her peyamî to û hezaran ayetî ’îziz û ’ula
yek kelamî to û hezaran mexzenî duřřî semîn
her geday dergahî to şahêkî xawen tac û text
řehnemay řêy řastî bo bêkesan yar û mu’în
hermurîdêkit be řastî hadîye bo kec řewan
her ẍulamêkit be řutbe bote qitib al’arfînArabic
ey be qurbanî segî dermałeket kem gyan û dił
zû be sa firyam kewe damawim û pest û ẍemîn
tûtgekey qapî etoye ey şehî ’alem ḧesen
hîmmetê ke bo şifay ey daf’î derd û enîn
min sirûrî xatirim xoşî û beqay em tîfleye
hîmmetê ke bo şifay ey ẍewsî eflak û zemîn
ger nexoş bê min le ẍemda nêwdiłim wek dozexe
hîmmetê ey astanit her wekû xuldî berîn
zû be bo xatir xuda û sułtanî cem’î enbya
hîmmetê ke bo ḧesen ey şahî zumřey řastîn
hîmmetê ke bo ḧesen tahîrPen name bike řizgar le ẍem
ey dił û gyanim fîdat bê û hem ser û małim řehîn