min le des hîcranî diłber serkiz û damawe xom

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 1 minutes  780 views
min le des hîcranî diłber serkiz û damawe xom
’eyş teyş û genc řenc û mey wekû zûxawe xom
danedaney xałeket murẍêkî dî xiste tema
ew be nakam hełfiřî û min gîrî pêçî dawe xom
bê ewey wa şe’şe’ey şemsî ḧeqîqet bête dił
dił be taw û çaw piř aw, lêw wişk hełqirçawe xom
wek serî zułfeynî to destî ḧewadîs bam deda
gah kurt geh dirêj, geh lûl û gahê xawe xom
mestî çawî mest û pestî kîbir û îstiẍnay řeqîb
têşkaw, hestî nemaw û bêbeş û bênawe xom
bo nîgahî şwên hewarî ew butey leylîweşe
wek çyay mecnûn çinîw û ḧeyran û řawestawe xom
her wekû perwane xoş dê bopřûzî bałekem
takû min wek şem twawe û laşe hełgîrsawe xom
ger neka hîmmet şehenşahî gurohî ewlya
bêguman tahîrPen name ẍerîqî meynet û gêjawe xom