leber çî yarekem nayête xawim

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 1 minutes  649 views
leber çî yarekem nayête xawim?
çilon bê? çunkû xew naçête çawim
lelay min dê bira em bopřûze
ke hełqirça hemû cerg û henawim
fełek meşkêne şûşey xatrî min
ke me’yûs û ḧezîn û têşkawim
be cur’ey wesłeket îdî çi ḧacet
ewa řindî ḧeya û ḧurmet tikawim
menên pêy napyawî dî be serma
ezanin muflîs û hestî nemawim
witit bê deng û daxwaz û su’alît
su’alim kird û to net da cwawim
deba hařî felek danem bihařê
weha bełkû xelasî bê le dawim
witim ha espî amalim lejêr das
witim seydî emanî kewte řawim
emin mestî hewa bûm katê xom dî
keçî bêgane wez’î beş xurawim
ke çî metrûdî babî şîfqet
xefîf û xa’îb û têhełdirawim
ke çû gyan û diłim tahîrPen name be tałan
çi baqî bê û çi fanî şî’ir û nawim