felek mehcûrî sayey ew nemamî newberey kirdim

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 1 minutes  835 views
felek mehcûrî sayey ew nemamî newberey kirdim
zeman meḧrûmî wesłî ew perîweş diłberey kirdim
hetaw bû ya ke tawî dozexî hîcranî małkawil
ke bêbeş lew beheşte û bênesîb lew sêberey kirdim
xizir tûşim nebû ya xo qisey îblîs leřêy birdim
ke bêbeş lew ḧeyate û lêwbebar lew kewserey kirdim
meger sirwey nesîmî subḧidem zencîrlepê dama
ke xayb lew dû zułfe û bê demax lew ’enberey kirdim
bełê gencûrî dewran řiqye lêm wa mîslî namerdan
berî lew le’il û yaqûte û ’erî lew gewherey kirdim
felek aware bê wek dił, zeman bêçare bê wek gyan
kewa yekbare dûr û derbeder lew berderey kirdim
nîşaney tal’î neḧsim, degořî sîdqî sîddîqîm
emarey bextekey berzim be pestî mesxerey kirdim
serim dana lepênawî xeyałî wesłî bê ḧasił
keçî destî zeman bo fesłî daym yekserey kirdim
sipendî bezmî meḧrûmîm emin tahîrPen name ke hîcranî
be ah agir, be dił pişko, be sîne mecmerey kirdim