şermesar û diłḧezînim xeste û xwar û zelîl

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 3 minutes  687 views
şermesar û diłḧezînim xeste û xwar û zelîl
ẍewsî e’zem hîmmetê qutbî dû ’alem sa dexîl
xakî asanet be surmey çawî dił kem kafîye
qet le řê wêł nabim ew toze bese bo min delîl
kêye wêney min be tawan û qebaḧet bê bedeł
kêye wêney to be ’îrfan û keramit bê be dîl
kêye wêney min be ’unfî barî ’isyan bê nezîr
kêye wêney to be lutfî feyzî řeḧman bê mesîl
min esîrî mułkî wird û hanî beḧrî me’syet
to esîrî mułkî bê payanî eltafî celîl
min nigûnsarî ẍirûrî nefsî bedfeř camî şûm
to le etwarî sirûrî qebsî enwarî cemîl
to cigergoşey ḧebîbî zatî ribّ al’almînArabic
min cefapîşey qusûrî ta’et û zadî qelîl
bem hemû barî gunah û derdî bê payanewe
hatme jêr beydaxeket ey xawenî zîllî zelîl
fermû ba sinkim le mil nîn ba îdî xwêřî nebim
hawsiwałey kelbî qapîm ken deba derçim le bîl
ey seganî dergehit çatir le şêranî ’erîn
ey ẍulamanî derit ew ban le şahanî nebîl
bo ḧesen ḧałim perêşane û derûnim piř ’ezab
to tebîbî ḧałzan û min seqîm û ew ’elîl
hîmmetê ke bo ḧesen ey feyzî enfast şefa
řeḧmeket şîful’elîl û lutfeket yisqelẍelîl
hîmmetê ke bo ḧesen ey serwerî azadegan
ew nexoşe û min be des alamewe meḧbûs û dîl
sa şifayê bew şewey wa bûyte řefřef bo nebî
sa şifayê bew demey wa çûyte yarî cîbře’îl
bo ḧesen řeḧmê be ḧałim ke be ḧeqqî zwalmininArabic
zû be sa cur’ey şifayê ey be hîmmet bê ’edîl
zû be sa cur’ey şifayê ey lebit çawey ḧeyat
zû be sa cur’ey şifayê ey dehanit selsebîl
ey şifay bîmar be enfasî mubarek wek mesîḧ
ey le qet’î tew, be ezkarî muqeddes wek xelîl
bo ḧesen ba bê şifayê meḧzî řoḧî mustefa
xatrułła tabekey mêrûle bim ẍem mîslî fîl
to şifay bîmar û alamî be îznî zatî ḧeq
zûbe sa to bî û xuda, ey to ’ezîz û min zelîl
zûbe sa to bî û xuda ey min cehûl û to ’eqîl
bo ḧesen ba bê şifayê û lêm qibûł kerêMissing qedem
ta wekû tahîrPen name ser û gyan kem leřêy toda secîl