be pakî tewr û exlaq û nîjadit

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 1 minutes  1100 views
be pakî tewr û exlaq û nîjadit
çîye sûçim demê nakewme yadit
be şîwen ’umrî min serçû be tałî
ke bitbînim be şîrînî û be şadit
muradî min le dunyada eto bûy
legeł min ḧeyfe, nemzanî muradit
eto bûy me’denî ḧîlim û ’edałet
bełam bêçare meḧrûmim le dadit
meger řengî zemanet girtuwe wa
be em xełqe nemawe î’tîmadit
hemû ’alem le feyzit behremende
bełam bo min xesîse teb’î řadit
be çaw aw û be dem agir be ser xak
ewî tahîrPen name le des ’umrî be badit