diłim bo ḧezretî to mexzenî derd û ẍeme hêşta

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 1 minutes  1126 views
diłim bo ḧezretî to mexzenî derd û ẍeme hêşta
ẍemit şadîfezaye herçî bîdey her keme hêşta
egerçî bote çawey zûxî meynet zamî nasorim
be lebxende û nîgayda çawenwařî merheme hêşta
wicûdî min serapa meḧwî seyrî ḧusnye û nutqim
le wesfî yek serî mûy hîçnezan û ebkeme hêşta
le ew zuhrecebîne ’eynî ne’şe ’îqdî perwînim
bełam ’uqdey ẍem û derdî lenêw diłda ceme hêşta
legeł ew yarî ẍarem ax nebû ’eyşî sefer qismet
dirêẍ pêm çawenwařî êşî nêşî erqeme hêşta
xem û pêçî kej û kêwî çya û herdî wefam tey kird
ke zułifit xawî estom bê û keçî her piř xeme hêşta
nîgay ew ahuwe şêranî bêşey şêt û şeyda kird
çi zêba serdelîley şox û diłçespî řeme hêşta
le ḧewzey ’îlim û ’îrfan wêł û weḧşî mawe ger tahîrPen name
çi ẍem meddaḧî şêt û wêtî ẍus ala’zimArabice hêşta