ax le mîhir û wefa nîşane nema

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 1 minutes  861 views
ax le mîhir û wefa nîşane nema
her nebû ya kû lem zemane nema
eşk û ah û ser û dił û dînim
bê beha řoyî û behane nema
gułî bextit be diřkudałe qerîn
bulbula şorî ’aşiqane nema
erẍenûn sakit erxewan bêřeng
eserî badeyî muẍane nema
def wekû řazî ’îşqî min diřya
katî şewq û newa û terane nema
bê wefa bûm eger nîgarî ’ezîz
ke hera û wecdî sermesane nema
çawî min tanegîrî yarane
dujmina bo to wextî tane nema
diłekem ḧîzecařî tîrî ẍeme
îḧtyacî be em nîşane nema
seylî mîḧnet ledûte ey tahîrPen name
basî to îdî lem myane nema