taqecar

From the Book:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  596 views
ew serincey girtite çawim
hêndey nebird, wa hestim kird:
çawanim bûn
be dû ziney guł û şî’ir û
le binarî nêw çawanma heł equłên.
ew destey xistite destimewe
hêndey nebird wa hestim kird
destekanim
bûn be şeqamî tirîfe û
mem û zînNamed-Entityy pêda eřon.
bo taqe maçî xudayîNamed-Entityş
min çî biłêm?!
heta êsteyş wa hest ekem
her ewcare
taqe car bû
le twanewey ew maçeda
min kêwî tûrNamed-Entity û
min mûsaNamed-Entity û
xudam dîwe!