şehîdî dîdeyî mexmûrî şoxêkim minî şeyda

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  1491 views
şehîdî dîdeyî mexmûrî şoxêkim minî şeyda
le xakî meşhedim nezdîke biřwê nêrgisî şehla
be meḧzî îmtiḧan destim binêne baxełit yek dem
le binda bîbiřn řazîm eger nembû yedî beyza
be ummêdî wefay guł koşşî bulbul çi sûdî bû
bełaye, řamî ’aşiq key debê me’şûqî bê perwa
be fîkirî mûşkaf emşew qyasim kird leřûy zułifit
be tarîşî be tûlîşî beqed tarî nebû yelda
le pestî bo dekêşin zahîdî ẍafił çiley xełwet
biçin ’aşiq be bała bin biçin bo mertebey bała
ḧedîsî neng û namim zû şukur meşhûrî ’alem bû
le ḧerfî mudde’î nakes nîye bakim minî řîswa
le karî ha’îl û se’ba gurêze çareyî merdum
welêkîn salimPen namey yekdił le ’îşqa mawe paberca!