tabloy sêhem

From the Book:
Kawey Asinger
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 3 minutes  638 views
«cêga sereřêgayekî qełebałẍe, xełk le hatuçokirdinda, cařçîy koşkî ejdehak dête jûrewe û leser şwênêkî berz řa’ewestê çend kesêkî le dewr ko ebêtewe»
cařçî:
mijde û bange
bangî emřo bo ahenge
bo hełpeřkê û zemawende
koř germ ken bo goranî
be fûy şimşał, be semay xoş
derûnî kêw bihênne coş
mest bin, şerab bixonewe
bixonewe be xořayî
řazaweye xwanî şahî
xo poşte ken
emřo cilî cwan leber ken
gwêgrêk:
«be tewsewe řû ekate komełeke»
be qisey biken
xotan mest ken
cařçî:
- be tuřeyîyewe -
le qisema qise meken!
kes nabê girj, řûnaxoş bê
gwêgrêk:
«be tews û gałtewe»
qelîş ebê dengî xoş bê!
cařçî:
«be tuřeyîyewe»
hełmedenê, gwê řagirin!
- pişûyek -
her aheng bê
dengî zuřna yan dehoł bê
bixonewe be xořayî
řazaweye xwanî şayî
mijde û bange
bo semaye bo goranî
hemû biłên
payedar bê textî şahî
«kes weram nadatewe» em care be tûřeyîyewe:
hemû biłên
payedar bê textî şahî
«komełeke be kizîyewe»
payedar bê textî şahî
cařçî:
ewey witim
emre, emrî padşayî
paşay gewreman ejdehak
bo sêhem car jinî hanî
mijde û bange
xwastî gewrey ejdehake
emřo serî kesî nawê
emřo qurbanîy bexşîwe
bergî burdinî poşîwe
kořî seyran řazawe ken
nizay dirêjbûnî temen
bo paşa ken!
bixonewe
gwêgrêk:
ta etwanin
cařçî:
beste biłên
gwêgrêk:
ta bizanin!
cařçî:
sema biken, sema biken
řû girj meken
ejdehak sêberî xwaye
gwêgrêk:
pêtan ełê bîperistin!
cařçî:
heta mirdin le sucdeda
gwêgrêk:
boy bostin!
cařçî:
bilîtî beheşt lay ewe!
gwêgrêk:
firîştekan kenîzekî
koşkî ewn!
gwêgrêkî tir:
leber pêy ewda exewn!
cařçî:
ewey witî, ewey wîstî
nageřêtewe dête dî
baran
bekomeł:
baran
cařçî:
samał
bekomeł:
samał
cařçî:
jyan
bekomeł:
jyan
gwêgrêk:
mirdin
cařçî:
mirdin!
- pişûyek -
çenebazî bes, bêdeng bin
- pişûyek -
mijde û bange, mijde û bange
hemû şitê pê’ekenê
birûske hewr řaw enê
samał piştî hewr eşkênê
xuřey řûbar
xuře û hařey pêkenîne
gwêgrêk:
emřo hetta tamî jałe
şîrîne wekû hengiwîne!
cařçî:
çunke paşa, paşay gewrey
em zemîne!
jin ehênê
gwêgrêk:
hetta mirdûş pê’ekenê
bixonewe
cařçî:
bixonewe be xořayî
şerabî xest bixonewe
serxoş, mest bin
gwêgrêk:
pêtan ełê bêderbest bin!
bixonewe!
«dête xwarewe bedem çûnederewewe»
ba her dirêj bê temenî
şa, ejdehak
payedar bê, payedar bê
textî bizurgî ejdehak
«komełeke biławey lê eken, şano çoł ebê».