tabloy dûhem

From the Book:
Kawey Asinger
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 4 minutes  759 views
«her heman gořistan gořhełkenekan řoyştûn, şano tarîktir ebêt, legeł mosîqayekî tirsinaka sê mirdû heł’esin maweyek be bêdengî hatuço eken. be sê kuçkeyî da’enîşin yekêkyan řû ekate duwanekey tir»:
yekem:
emşew norey gêřanewey
beserhat û jyanewey
çîrokî řabirdûy mine!
dûhem:
sergiruştey pêş mirdine!
sêhem:
naxoş nîye baskirdinî
ew řojaney le kîs çuwe
dûhem:
bełam hetakû xor
nekewtuwe!
sêhem:
ta gořhełken nehatuwe
adey biłê
biłê, biłê
«lêy eçne pêşewe û dest eka be gêřanewe»
yekem:
pêş kuştinim min cûtyar bûm
zewîy řeqim ekird be aw
bazûm estûr, herzekar bûm
ta êware zerdehetaw
ta tarîkî
cûtim ekird heta jyan
bepîttir kem
ta birsêtîy qatuqiř kem!
nemrê însan
takû «aşnan»
diłxoştir kem
areqî řenc, twanay şan
têkeł be zewîy wişk bû
bê pişûdan
heta zemînim sewz kird
tow bû be nan
gwêtan lêye
dûhem:
biłê, biłê, gwêman lêye.
«lem kateda mirdûyekî tir lew lawe eřwat bê ewey temaşay eman bikat»
sêhem:
ewe kêye?
mirdûy řêbwar:
xomanîn pêrê şew hatûm
taze mirdûm!
yekem:
bexêr hatî, dinya çone?
mirdûy řêbwar:
dinya çon bê, qiřuqatî… «eřwate derewe»
- pişûyek -
dûhem:
ê dey biłê gwêman lêye!
sêhem:
«legeł henaseyeka»
dinya çîye?
yekem:
kiçêk bû, dirawsêman bû
ḧezim lê kird
dûhem:
ê, ê, cwan bû?
yekem:
wekû firîştey asman bû, anana bû.
sêhem:
dawat nekird?
le dway ewey ḧezit lêkird?
yekem:
to ... řaweste:
le qisema hełmederê
leserxo be
«dest řadekêşê»
ew beřuwey lewber dyare
şwên bînînî min û yar bû
lejêr sayey liqupopya
da’enîştîn
zistan le laman behar bû
dûr le çawî
kesanî bed û bedkar bûyn
a lewêda xemman ekuşt
car be carîş
sikała û řazman heł’eřişt
le encamda
genmim danê, kiçyan damê
dûhem:
ê, ê
pîrozîş bê!
pîrozîş bê!
yekem:
qise meken gwêtan lê bê!
bełam ehremen pêm şad bû
negeyştim be yarekem!
dûhem:
ay daxekem!
sêhem:
ay daxekem!
yekem:
lepiř şewê qołyan bestim
çawyan bestim
le zîndanêkî tarîka
tungyan kirdim
lepaş dû řoj be xorakî
ejdehakî
şeřyan kirdim
seryanbiřîm
herçend hawarî aşna û
ananim kird, bêhûde bû
diłî xway şeř nerim nebû
dûhem:
řoyî le dest çû
sêhem:
ew jyane řoyî le dest çû
«yekemyan heł’esête ser pê û tozê be bêdengî řa’ewestê û ełêt»:
yekem:
bełam ewsaş ke zîndû bûyn!
wekû êsta her mirdû bûyn!
dûhem:
çon, çon, adey bîłêrewe.
yekem:
le des derçû
min şaxî berdim kun ekird
le zewîy řeq
kanîy řûnim heł’equłan
be pişt taşeberdî gewrem
egwastewe
binî darbeřûm ecûłan
çingim enaye bînî gurg
ta emxinkan
ta bem deste
poştem ekirdewe, jyan
sêhem:
înca başe çît mebeste?!
yekem:
xwakan hîçyan dengyan nekird
ejdehak wek xoy mayewe
takû eşhat
marî zordar ejyayewe!
«herdûkyan be yekewe»
pêman biłê çît mebeste!
yekem:
nemtiwanî ejdehak bigirim
lebatî ew serimbibřê
serîbbiřim
dûhem:
qisey bêcê û bêřê meke!
eme her karî xwakane
ejdehak lay ehremene
kwa eme îşî însane?
sêhem:
«temaşayekî em la û ew la ekat, be tirsêkewe ełêt»:
kat direng bû
wextî hełhatnî xore
hawřêman şewezeng bû
kat direng bû
haka dinya řoşin buwewe
dost û dujmin lêk cwê buwewe
çaktir waye, biławe keyn
carêkî tir be yek egeyn
ta le şewî dahatûda
«hersêkyan win ebin, şanoke řûnak ekirêtewe»