92- leyl

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  499 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) sond bew şewe katê her şit dadepoşê,

2) bew řojeş kem [leser dinê] xo řadenê,

3) beweş kem ke nêr û mêwî wedî hêna,

4) xebatê we corawcore.

5) kê le êwe debexşê û le xuda tirsa,

6) be padaşî here başîş biřway heye,

7) berew cêgey sanewe řêy hasan dekeyn.

8) bełam ewî řijdî kird û witî: karim be kes nîye,

9) padaşî here başîşî pê diro bû,

10) řêge here dijwarekey dexeyne ber.

11) eger mirdîş małekey sûdî pê nada.

12) řê nîşan dan leser êmes.

13) dinya û sełaş hî êmeye.

14) le agirî biłêsedar êwem tirsand.

15) kê le hemuwan bê feřtire, têy dekewê.

16) ewî ke biřway nekird û řûy wergêřa.

17) herkêş parêzgartirîne, lêy dûr debê.

18) ewî małî xoy debexşê, heta wekû pak bêtewe.

19) boyeşî be kes nebexşî ke padaşî bidrêtewe.

20) her wîstûye řezamendî perwerindey here berzî bedes bênê.

21) bem zuwaneş řazî debê.