91- şems

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  514 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) swênd be xor û be tîşkî,

2) bem heyveş ke bedûyda dê,

3) sond bew řojeş ke tîf tîfey hetaw deda,

4) bew şeweş ke day depoşê,

5) bew ’asmane û bewey ewî wedî hêna,

6) bew zemîne û beweş ke wa panî řaxist,

7) be gyanî miro swêndekew beweş ke řêkî xistiwe,

8) ewsa hemû tawanbarî û parêzgarî de wîjdanî geyanduwe.

9) dyare her kê gyanî xawên řagirtuwe, řizgar buwe.

10) her kesêkîş de gunahyewe pêçawe, dořandûye.

11) hozî semûd çun le řade layan dabû, baweřyan be xuda nebû.

12) ke le hemuwan çare řeştir řastewe bû.

13) ewsa pêẍemberî xuda pêyanî wit: le ḧuştir xwa û le awdanî agadar bin.

14) ca baweřyan pê nekird û peyan kird. ewsa ke perwerindeyan, le songey gunahekeyan, bełayekî narde seryan, hemûy řêkî zewî kirdin.

15) le akamî em kareşî tirsî nîye.