89- fecir

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  594 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) sondeke be berî beyan,

2) le şewanîşda be deyan,

3) be cût, be tak,

4) bew şewgare keřadebrê,

5) axo swêndî weha xwardin, bo xawen awez bes nîye?

6) xo dîtit ke perwerindet çî kird beranber hozî ’ad;

7) berey îrem xêwî xanûy estûndarî [terz û guşad];

8) ew małaney wêneyan le şaranîşda çê nekirabû.

9) hozî semûdîş, ewaney le naw doł û gełyekanda berdyan taşî.

10) fîr’ewnîş, xêwî koşkanî gewre û biłind;

11) ewaney le wiłatanda yaxî bibûn.

12) xirap hebû, ewan zêdetrîşyan kird.

13) ewsa ke perwerindey to weber qemçî azarî dan.

14) bê so ke perwerindey to, hemû ewane debînê.

15) bełam miro her katêkî perwerindey deyxate ber ezmûnewe û řêzî lê degrê û behrey pê degeyenê, êjê: [ewa] perwerindem qedrî girtim.

16) egerîş –her bo ezmûnê– perwerindey bijîwî lê kem kirdewe, ewsa êjê: perwerindem sûkayetî beser hênam.

17) nexêr, bełkû êwe řêz le hetîw nanên.

18) bo nan be hejar bexşînîş, êwe haney yektir naden.

19) mîratîş be hełpe dexon.

20) xoşewîstinî małîştan le endaze derkewtuwe.

21) nabê wabê! herga zemîn zor be sextî têk şikênrê û,

22) fermanî perwerindet bê û firîştekanîş pol be pol řîz bibestin,

23) dojehîş bênne pêşewe, ewê řojê miro xoy webîr dêtewe; bełam em webîr hatnewe, kwa behrey pê degeyênê?

24) êjê: xozî bo jyanim çakem wepêş xom xistiba.

25) sa ew řoje kes wek ew cezrebe naden.

26) kesîş wek ew be zincîr şetek nadrê.

27) toş ey gyanî lexem řexsîw!

28) be diłxoşî biçowe lay perwerindet; çun ewt le xo řazî kird.

29) sa toş řegeł ’ebdekanî min bikewe.

30) [wêřay ewan] biçwe beheştî minewe.