88- ẍaşye

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  514 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) axo basî bełay gewret bo hatuwe, ke hemû şit dadepoşê?

2) ewê řojê gelê řuxsar bizřikawin.

3) le kar kirdinda çewsawin.

4) giriftarî awrêkî sutêner debin.

5) vexarnyan leserçawey here germewe bo dênin.

6) hergîz bijîwyan nadenê, megîn le diřkeşîlanê.

7) qełew nakaw le nêzîş bê nyaz naka.

8) řuxsarîş hen xoş û geşin.

9) řazîn le kirdewey xoyan;

10) le beheştî berz û terza.

11) ke lewêda qisey piř û puç nabîsin.

12) çemey řûn û řewanî firey têdaye.

13) textî têda dandirawin.

14) zerkîşyan lela danawin.

15) bałgey nermîş řîz kirawin.

16) zorîş řayex řaxrawin.

17) emane çon řanemawin, ke wiştir çilon çê buwe?

18) lew ’ezmaneş ke çon wa biłînd kirawe?

19) lew kejaneş ke çon weha damezrawe?

20) lew zemîneş ke çon wa heraw řaxrawe?

21) sa to amojgarî bike, eto her tenya pendêrî.

22) to leseryan nebûye xawen destełat.

23) mer ew kesey řû wergêřê û neyewê xuda binasê.

24) ewsa xuda be cezrebeyê gewretir sizay eda.

25) bê gumane ke hemûyan her bo lay ême dênewe.

26) le dwayîda xoman be karyan řadegeyn.