73- muzzemmîl

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  540 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) ey ew kesey xot be cilkan dapoşîwe!

2) şew hestewe; megîn kemê,

3) le nîmekey; yan kemêkî lê dabře;

4) yan kemêkî deser bixe. em qur’aneş be leserxoyî bixiwêne û be řewanî.

5) bem zuwane ême witarê giranit dexeyne ser.

6) şewnxûnî bo řamanê cêdartire û bo witarîş lebartire.

7) le řojîşda mewday hatuçot dirêje.

8) her nawî perwerindey xot be yad bikew le ẍeyrez ew, le hemû şit bitekewe.

9) perwerênî xorhełat wixorawaye; be ẍeyrez ew hîç şit bo peristin nabê. her ew birîkar bigre.

10) bo ew qisaneş ke eyken, xořagir be. lêşyan lade; be lalêdanêkî pesind.

11) le minîş geřê degeł ew bêbaweřaney nazperwerde. toş mewdayekyan bideye.

12) bê so zencîrî sengîn û cehendem le lay êmeye.

13) xorakêkî gerûgrîş, azarêkî zor bejanîş.

14) lew řojeda bom elerzê û kej dehejên, kêwekan debne girdulkey řemłî xizok.

15) ême pêẍemberêkman bo êwe kil kird, şayet bê besertanewe; herwek bo alî fîr’ewn pêẍemberêkman beřê kird.

16) fîr’ewn beya pêẍemberekey nedekird; ewsa êmeş azarêkî bejanman da.

17) sa er êwe her be bêdînî manewe, çilon xotan deparêzin lew řoje wa mindałekanîş pîr deka.

18) ’ezmanî pê şeqar debê. bełênî xwaş her dête cê.

19) em quř’ane bîrewerîyeke [bomerdim]; kê ḧez bika, berew perwerindey xoy řêge der deka.

20) perwerindet agadare ke to û hêndêk lew kesaney degeł todan, nizîk dû beş le sê beşî ew şewgare û nîweyî û sê yekîşî, bo şewniwêjan hełdestinewe. her xudaşe ke endaze bo şew û řojan dadenê. ew dezanê hergîz botan najmêrdirê. ewa çawpoşîy lê kirdin. desa her le qur’aneke - çendî bow delwê - bixiwênin. xwa deyzanê hêndêkû nexoş dekewn; hêndêkîştan bo bijîwê xuda bîda, bewłata biław debin; komełêkîş le řay xuda deçne xeza; sa çendî botan bûz dexwa, lêy bixiwênin. nwêjbiken û zekat biden û małî xotan be destewaw - be destewawêkî pesind - biden be xwa. her pêş barê beřêy biken, baştirekey lay xuda pêw degatewe; wêřay padaşî gewretir. her bûrdin le xwa bixiwazin; xwa le gunahan xoş debê û dilovane.