72- cîn

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  552 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) bêje: pêm řageyenrawe, çend kesê le cinokan gwêyan hełxist; ewsa wityan: ême qur’anê seyrman bîst.

2) bo řasteřêye řêbere û ême baweřman pê hêna û hergîz kesê nakeyne şerîkî xuda.

3) zor biłinde şikoy perwerênî ême; ne jinî peyda kirduwe ne firzendêk.

4) dyare bê’awezekeman derbarey xwa qisey tuřřehatî dekir.

5) ême pêman wa bû hîçkes – le mirov û le cinoke – hîç diroyek be dem xwawe hełnabestin.

6) deşmanzanî pyawanê le berey miro, pena deben be pyawanê le cinoke û serkêşîyan pitir deken.

7) ewanîş - her wekû êwe - layan wa bû hergîz xuda hîçkes zîndû nakatewe.

8) ême geyne em ’ezmane, dîman piře le pasdarî tund û toł û estêregelê řadexşin.

9) ême le çend şwênêkewe řodenîştîn kołe bikeyn; her kesêkî leme bew la kołe bika, meşxełêkî debînê le boseydaye.

10) têş negeywîn axo derbarey ewaney le zemîndan, biřyarî xirap dirawe, yan perwerênyan wîstûye řasteřêyan nîşan bida.

11) lenaw meşda karçak hen û têşmanda heye wa nîye; ême gelê řêgeman weber xo dawin.

12) ême lewe têgeyştûyn ke le zemîn dereqetî xuda nayeyn; tenanet be hełatnîş le destî ew řizgar nabîn.

13) wextê ême ew řê nîşandereman bîst, baweřî xoman pê hêna. her kesêkîş biřway be perwerindey bê, ne le kem bûnê detirsê, ne le ẍedir lê kirdinê.

14) wa hêndêkman musułmanîn, hêndêkîşman le řê lader; ewaney ke musułmanin, řêgey řastyan dîwetewe.

15) ewaneş ke le řêgey řas layan dawe, debne êznigî cehendem.

16) ger ewanîş her leser em řêgeye bin, bêgumane le awêkî zebende têrawyan dekeyn.

17) heta lewêda byan’ezmûyn, herkesêkîş le yadî perwerindey xoy kila bibê, azarêkî zor dijwarî beser dênê.

18) mizgewtekan małî xudan; degeł xuda, hawarî kesî tir meken

19) lew demeşda ke ’ebdî xuda hełwêsta nwêjê bika, heruxt bû leserî bibne parçeyek.

20) bêje: emin her hawar le perwerindey xom dekem û kesî lê nakem be şerîk.

21) bêje: min le destim naye zyanêkim botan bibê; yan bûxeme ser řasteřê.

22) bêje: min - beder le xuda - hergîz hîç kes penam nada û lay ew nebê, hîç enwayekî şik nabem.

23) ca megîn řageyandinêk le xudawe û geyandinî peyamanî. her kesêkîş nafermanîy xuda û pêẍemberî bika, beşî agirî dojehe; tahetaye.

24) ta ew katey eweyan dête berçawan ke bełênyan pê dirawe. ca dezanin kê yawerî bê hêztire û le jimareşda kemtire.

25) bêje: hîç agam lê nîye ewî bełênû pê dedrê, nizîke yan perwerindem mewdayekî bo danawe.

26) le nedyaran agadare û nihênîy xoy bo kesê aşkira naka;

27) megîn bo řaspardêkî lêy řazî bê; ewsa le pêş wipaşyewe pasewanan beřê deka.

28) ta bizanê be dirustî peyamgelî perwerindeyan řageyand. hemû şitîşyan dezanê û hemû şitî hejmarduwe.