69- ḧaqqe

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  643 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) karesateke řû deda.

2) kam karesat?

3) to çuzanî ew karesate çilone?

4) semûd û ’ad řûdawe diłkutekeyan be diro dana.

5) hozî semûd be ne’retêkî bê wêne, qiřanyan kird.

6) herçî hozekey ’adîş bû, be bayekî here behêz lebeyn çûn.

7) mawey ḧew şew û heş řojan, bebê wiçan, nardye seryan. lem maweda laşeyan lê tixêł bibûn; detut koterey darxurmay naw ziřawin.

8) axo eto paşmaweyekyan debînî?

9) fîř’ewnîş ewaney ber lewîş bûn û merdimî şare jêruřû kirawekanîş, xetayan kird.

10) dijayetîy pêẍemberî perwerindey xoyan dekird. sa girtyanî, girtinê le řadebeder.

11) ême - katê lehî hat û bwarî biřî, lew şiteda ke beser awda dadegeřê - hełmangirtin.

12) ta bîkeyne bîrhênerewe bo êwe û ew gwêyaney leser hestin, werîbgirin.

13) ewsa herga tenya carêk de kełeşax demêndira,

14) em zemîne û kejekanîş hełgîran û yekcarekî têk detepên,

15) sa ew řoje beserhateke řû deda.

16) em ’asmanane qełş deba û lew řojeda fişełeye.

17) firişte deçne kenaran û textî perwerindey to, leser serî ewanewe - lew řojeda - heşt firişte hełîdegirin.

18) ew řoje êwe řadenên û herçî bo şardineweye le êwe ḧeşar nadrê.

19) ewsa herkê namey kirdey nirabête destî řastî, êjê: werin namekey min bixiwênnewe.

20) min sûr demzanî ke tûşî lêpirsînewe her debim.

21) îtir ew lenaw jyanêkî xoşdaye;

22) le beheştêkî berzaye;

23) mîwey wa leber destaye.

24) sa bixon û bixonewe noşî gyanû; eme bo ew karaneye ke le řojanî řabirdû kirdûtane.

25) bełam kesê ke namekey denête lepî çepyewe, êjê: xozî namey xomim pê nedraye.

26) neşmizanîba derbarem çîy têdaye.

27) xozî ewsa mirdinim yekcarî bwaye.

28) samanim behrey bom nebû.

29) destełatim wa lebeyn çu.

30) sa bîgirin û zincîrî ken.

31) ewsa bo dojehî biben.

32) paşan lenaw zincîrêkî ḧeftê gezî şetek den û řekêşî ken.

33) ew baweřî be xuday mezin nedêna.

34) bo nan dan be hejaranîş hîç kesî dine nededa.

35) ca emřo lêrukaneda, çi dostî nîn.

36) xwardin nîye, megîn kêmawî zamdaran.

37) nayxon, megîn xetakaran.

38) sa swêndeke bew şitey êwe deybînin,

39) beweş ke êwe naybînin,

40) ewe qisey řaspêrawê berketîye.

41) ne witey hestyarîşe; kemtir baweřê dehênin.

42) witey fałgireweş nîye. kem waye bîr bikenewe.

43) nardirawete xwarewe, le wedîhênî giş cîhan.

44) eger hêndê le qisekanî be dem êwewe kirdiba,

45) guman nye, be hemû twana demangirt.

46) ewsa řegî lamlîşîman hełdebřî.

47) kesîş lengo neydetwanî lemperî bê.

48) em quř’ane bîrewerîye bo ewaney xoparêzin.

49) bêguman ême deşzanîn têtanda hen baweř neken.

50) dyare eme ḧesretîşe bo em xudanenasane.

51) ke dyarîşe řastêke hîç gumanêkî têda nîye.

52) to be yadî nawî perwerindey gewret, her pesnî pakîy ew bide.