68- qełem

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  755 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) nun, swênd we binûs, beweş ke dête nivîsîn,

2) wesay çakey perwerindet, to lêwe nît.

3) to padaşî waşt heye dwayî naye.

4) akarîşt fire berze.

5) zû debînî, ewîş çawyan pê dekefê,

6) kê le êwe şêtayetîtan têdaye.

7) bêguman perwerindey to çatir bewane dezanê ke řay ewyan gum kirduwe; baştirîşî aga lêye, kên ewaney şarezay řên.

8) sa to naşê be fermanî ew bêbaweřane bikey.

9) ḧez deken ger to nerim bî, ewanîş nyanî binwênin.

10) nabê gwêş bew kese bidey, ke zor sondixore, xwêřîye;

11) her tane le xełk deda û qise bo em û ew deba;

12) le karî çake lempere; şeřfiroşe, tawankere;

13) řeza qurse, lepaş emeş zołêke xoy sepanduwe;

14) her bew hoye ke zengîne û çend kuřî hen,

15) ger nîşanekanî êmey bo wexwênin, êjê: eme çîrokî pêşînekane.

16) bem zuwane serî bêvlî daẍ dekeyn.

17) ême ewaneman ezmû, wek xawenanî baẍeken ber ezmûn da, ke swêndyan xwênd: sozî berî baxekeyan hemû deřnin.

18) «eger xwa ḧez ka» şyan newt.

19) ewsake ewan xewtibûn, lelayen perwerindetřa bełayekî bo dabarî.

20) îtir wekû zemînêkî sûtawî qaqřî lê hat.

21) ewsa sozî, hemû bangî yektiryan kird:

22) eger êwe mîweřnin her beyanî bigene ser kêłgey xotan.

23) řêwe çûn û pêkewe çipeyan dekird:

24) ke nabê emřo çi hejar bête naw baxekey êwe.

25) biřyaryan da ke mercekeyan becê bênin; waşyan dezanî ke detanin.

26) wextê çawyan pêda gêřa, wityan: řêman lê têkçuwe.

27) nexêr, êmeyn beş biřawîn.

28) be’aweztirînekeyan gutî: edî pêm newtin bo pesnî pakî xwa naden!?

29) gutyan: ême perwerindey xoman be dûr le kemayesî dezanîn; ême naheqîman dekird.

30) ewsa řûyan kirde yek û serkoney yektiryan dekird.

31) wityan: hey mał wêran xoman, ême hełeřoyîman kird.

32) şayeta perwerindeman lewe çatirman bidatê; umêdman her be perwerindey xomane.

33) azarî [dinya] awaye. ger bizanin, bêguman azarî dwařoj dijwartire.

34) bo ewaney xoparêzin, licem perwerindey xoyan baẍatî piř xoşî heye.

35) axo ême baweřdaran wekû bedkaran dadenêyn?

36) çîtane? kû pê řadegen?

37) axo kitêbêktan heye ke lewêda deyxiwênnewe?

38) herçî xotan detanewê têyda heye?

39) yan swêndêktan lesermane ke heta řojî sełaye herçîtan dewê ew bê?

40) lêyan pirse: kê desteberî em kares?

41) yan çend şerîkêkyan heye? eger řastin, ba şerîkekanyan bênin.

42) ewê řojê - ke le tawan - derpê de lîngan dekewn û pêyan dełên sujde biben û natwanin.

43) çaw dadexen û zebûnî dayandegrê; ke emane ewsake saq wiçaqîş bûn, pêyan witûn sujde berin.

44) to min bêłe bo ewaney bem quř’ane baweř naken; kem kem boyan ledû dedem, ke her xoşyan pê neḧesên.

45) mewda û maweşyan pê dedem; fêłim zor beřêwcêye.

46) axo to kirayey karit lewan dewê, ke lejêr barî derneçin?

47) yan tetełey nihênyekanyan le laye û bo xoyan xetî lê deden?

48) desa to her bo fermanî perwerindet xořagir be; neçî wek yaroy masî bî, ke le daxana her pîşî dexwardewe û ewsake depařayewe.

49) er dilovanî perwerindey we firyay nekewtaye, bê so be serkonekirawî fiřê edraye řotenêk.

50) ewsa perwerindey, ewî hełbijard û kirdî be yek le pyawxasan.

51) wextê xudanenasekan qur’anyan bîs, her wexta bû be çawanyan hełtidêrin. deşyangut: bêguman dîne.

52) ke her bîrewerîyekîşe bo hemû xełkî dinyaye.