46- eḧqaf

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 7 minutes  572 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) ḧa, mîm.

2) em kitêbe lexuday bedestełatî lekarzanewe nardira.

3) em asmananew zemînew herçî lenawyanda heye, bořastî wedîman hênan û mewdayan dyarî kirawe. ewkesaneş ke xudayan nenasîwe, leçî tirsyan weber bêrin, xo debwêrin.

4) bêje: ew şitaney êwe - ẍeyrez xuda - hanayan debenebeřê, çîyan lem herde çê kirduwe? yan eger le’asmanekan beşdarbugin, nîşanim den. ger êwe beřastîtane, kitêbêk berlem [quř’ane] hatbê, yan qisey derbarey zanist - ke her lekewnarawe mawe - bomî bêrin.

5) kêş lewkese gumřatre hana boẍeyrez xwa deba? bokesê ke heta qyamet persivî pê nadatewew her agaşyan le pařaneweyan nîye.

6) herga merdim hemûyan kodekirênewe, ewan debne dujminyan û ḧaşadeken lewaney peristuyanin

7) herga nîşane aşkirakanî meyan bowexwênin - ewane wa katê quř’anyan bohat ḧaşayan lê kird - êjin: eme her be’aşkira cadwe.

8) yan dibêjin: her boxoy hełî bestiwe. bêje: eger her boxom hełm bestibê, pêtan nakirê lay xuda hîç bomin biken; xudaş pitir agadare lew twancey ke dequř’anekey degirin; her ew bese bo şayetî le nêwan min û êweda; her ewîşe gunahbexşî dilovane.

9) bêje: le naw ew hemû pêẍemberane, min yekê na’asayî nîm; naşzanim le min ba lengo çi deqewmê. min her ewendem lesere peyřewî ew fermanebim ke pêm řadegeyendirê. min her tenya be’aşkira tirsênerim û çî tirîş nîm.

10) bêje: axo çi dełên er [em quř’ane] le xwawe bê û êwe ḧaşay lê biken û yek letoremey îsřa’îlîş şayetî bida le ser wênekey û biřwabênê û êwe her xobezil zan bin?! xuda xêłî ẍedirkeran berewxoy şarezanaka.

11) ewaney xudanenasin, boxawen baweřan êjin: eger hîç şitêkî başî têdaheba, berle’êmey bonedeçun. êsta ke neygeyştunê, êjin: eme diroyekî kewnaraye.

12) le pêş emîş kitêbî mûsa pêşewaw bezeyî bu. em quř’ane ewîşî beřast zanîwew be’ezmanî ’eřebî ye; ta naheqan bitirsênê û mijdebê bo’akarçakan.

13) ewkesaney wituyane: perwerindeman xudaye û le dwayîşda her le ser qisey xoyan man, ne tirsêkyan le ser heye, ne xom dexon.

14) ewkesane leqerebwî karekanyan beheştîn û hetaser her têydadebin.

15) ême be miroman espard ke degeł dayk û babî xoy çakebka. daykî betolî hełî girt, řencî kêşa; ke daşî na, řencî kêşa. hełgirtin û lememk biřîneweşî sê heyvî bird; heta geyşte xurtanî û temenî geyîşte çil sał; gutî: ey perwerindey min! xot řam hêne, sipasî ewçake bikem ke derbarey min û dayk û bawkimit kird; karî wa hêjam fêrbike to řazî ka; toremeşim lekarî çake řabêne; wa berewto geřamewew xom her be to espardiwe.

16) her kesîş wek ewanebin, ême karebaşekanyan lê werdegrîn û le gunahîşyan xoş debîn û wel beheştyekan debin. ewbełêney ke pêyan dirawe, řaste.

17) ewmiroyeş ke be bab û dakî degut: lam lê laden! axo bełênim pê deden carê tir zîndûdebmewew legoř derim dehênnewe? çend berewçîn le pêş minda hatûn wiçun. dak û babîş herpenayan be xwa debird [wideyangut:] hey mał wêran biřwabêne! bełênî xudaye û řaste. ewîş deygut: ew şitane herçîrokî pêşînanew çî tir nîye.

18) ewkesaneş her bederdî komełanêk - lecnidokew miroyan - çun, ke berlewan fewtan û tûş cezrebey ême hatin û zyanbarbun.

19) ême boheryek lewane pilewpayeman danawe. ta xwa beher kes begwêrey karu kirdewey padaş bat. naheqîşyan lê nakirê.

20) řojê berey xwanenasan beranber agir řadenên [پێان dełên:] xoşî dinyaw derbaz kird û bebaşî behretan lê bird; emřoş zor besûkayetî azar dedrên; çunke êwe leserzemîn - bexořayî - xotan bezil zanî û le řêgey řastuladabu.

21) biray ’adîş webirbêne, ke le eḧqaf tirsî weber hozekey na: êwe nabê ẍeyrez xuda biperistin; min le êwe nîgeranim ke le řojî gewreda azarbibînin. berle ew û le paş ewîş tirsêneran hatin û çûn.

22) gutyan: axo her boye hatuye laman, laman bidey lewaney deyanperistîn? eger leqseřastanî, ewheřeşey le’êmet kird, becêy bêne.

23) gutî: ewîş xwa deyzanê; min beçî řaspêrawim, be êwey řadegeyenim; bełam wek min detanbînim, êwe komełê nezanin.

24) katê le lay şîwekanyan hewrêkyan dî, gutyan: eme baranman bodebarênê. bełkû eme her hemane ke êwe boy bepelebun; hewrî bayew cezrebedanî bejanî legełdaye;

25) be fermanî perwerindey, hemuşt têk wipêk deda. îtir karêkyan beserhat tenya her cê małekanyan debîndira. ême padaşî komełî tawanbaran awa dedeyn.

26) lewşiwêneda guzeranêkman dabunê, ke be êweman nedawe. gwê û çawu diłîşman bewanîş dabu; ewan legwê û çawu diłyan hîç behreyan des nekewt; ke nirxêkyan bonîşanekanî xuda danedenaw ewey ḧenekyan pêdekird, dewrî lêdan.

27) fire lew bajêřaneman qiř tê xistun ke her ledewrî êwebun. hemû core nîşaneman bořanawin, ke beşkû bigeřênewe.

28) edî boçî ew şitaney ẍeyrez xuda deyanperist ta bewhoye le xwayan nizîk kenewe, hîç dehanayan nehatin? bełkû ewan ledesyan çun; emeş lewdiroyanebu ke boxoyan hełyan bestun.

29) hêndêkîş lecnidokanman nardelay to, ke gwê lem quř’ane bigirin, katê hatin, gutyan: mat bin û gwê biden. wextê bîstyan, hatnewe naw xêłekeyan û tirsî xwayan webernan.

30) gutyan: gelo! nawerokî kitêbêkyan bowexwêndiwîn, ke paş mûsa nardirawe; be kitêbekanî pêşuşî biřwaheye; hane bořastî dedat û şarezay řasteřê deka.

31) gelo! werin be deng em kesewe biçin ke gazî bo xuda deka û biřway pêken. le gunahanu xoş debê û le’azardanî bejantan deparêzê.

32) her kesêkîş be deng ewkesewe neçê - ke berewxuda bang deka - lem zemîne deretanî des nakewê û ẍeyrez xuda hîç kesî dehana naye. kêş awabin, dyare řê yan lê gořawe.

33) axo ewan neyanzanî ewxudaye ke zemîn û asmananî wedî hênaw le wedî hênanîşyanda tûşî natewanî nebû, detwanê zîndûş katewew biş mirênê? arê ew le ser hemuşt twanay heye.

34) ewê řojê ke ewaney xwanenas bûn, lay agir řayan denên [û pêyan dełên:] axo em şite řast nîye? êjin: řaste, swênd beperwerindeman. êjê: çunke êwe herḧaşatan lê kird, sa ew’azare biçêjin.

35) toş herweku pêẍembere lê biřawu nebezekan, surbe le ser kareket û xořagirbe; wek ewanîş xořagirbun . bo’ewaneş pelet nebê; ew řojî biřyardirawe bênelaman, wadezanin maneweyan her sa’etê le řojêkî xayandiwe. emeş pendêkî tewawe. axo kesêk - bêjge le řê laderekan - becezrebe lebeyn deçê?